Hevpeymaniya NADA’yê ji bo Dr. Ban Ziad Tariq daxwaza edaletê kir

Li bajarê Basra ya Iraqê bi awayekî guman mirina Dr. Ban Ziad Tariq, dibe sedema nîqaşan. Hevpeymaniya Jinên Demokratîk ên Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bertek nîşanî bi awayekî lez girtina dozê ya wekî “xwekuştin” da.

Navenda Nûçeyan – Hevpeymaniya Jinên Demokratîk ên Herêmî li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA), der barê li bajarê Basra ya Iraqê bi awayekî guman mirina Dr. Ban Ziad Tariq de daxuyaniyek weşand û daxwaza edaletê kir.

Hevpeymaniya NADA’yê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di lêpirsînê de kêmasiyên cidî hene û destnîşan kir ku reşayî û birînên kûr ên di bedana Dr. Ban Ziad Tariq û nivîsên li ser dîwer, amûra birînê ya winda, xirabûna qeydên kamerayê û şopên paqijkirinê yên li cihê bûyerên tên paşguhkirin. NADA’yê, bibîrxist ku îfadeya "depresyona pileya pêncemîn" di aliyê tibê de nederbasdar e.

NADA, da zanîn ev vedîtinan bi awayekî teqez îhtîmala xwekuştinê red nakin, lêbelê bi awayekî xurt gumana cînayetê avadike û lewma em daxwaza avakirina komîsyonek lêpirsînê ya serbixwe ku ji pisporên bêalî pêk tê dikin.

Hevpeymaniya NADA’yê, diyar kir ku cînayetên jinan ên li Iraqê bi gelemperî mîna "xwekuştin" tê tomar kirin û ev nêzîkatî di civakê de baweriya edaletê qels dike. Her wiha di daxuyaniyê de daxwaza derxistina qanûnek taybet a li dijî tundiya navmalî, guhertinên madeyên qanûna cezayê ku tundiya li dijî jinan sivik dike û perwerdekirina hêzên dewletê ya li ser bingeha mafên mirovan hate kirin.

NADA’yê, hişyarî da ku ger rastiyên têkildarî mirina Dr. Ban nayên eşkerekirin, wê jinên Iraqê hîn zêdetir xeteriya tundiyê re rû bi rû bimînin.