Der barê xwendekara Azerî de biryara dersînorkirinê hate dayîn

Xwendekara lîsansa bilind Nanaxanim Babazade ya ji Azerbeycanî ku ji ber beşdarbûna çalakiyên xwarinegehê hatibû girtin, bêyî ku li benda pêvajoya doz û îtîrazkirina wê biseknîn, ji Tirkiyeyê tê dersînorkirin.

Stenbol – Xwendekara Lîsansa Bilind a Beşa Antropolojiyê ya Zanîngeha Stenbolê (IU) Nanaxanim Babazade, beriya demkî bi hinceta beşdariya çalakiyên xwendekaran li dijî zêdebûna bihayê ta xwaringehê hatibû girtin û sewqî Navenda Paşve Vegerandinê ya Arnavutkoyê (GGM) hatibû kirin.

Nanaxanim Babazade ya rastî sepana "G-87 (Kesên ku ji aliyê Ewlehiya Giştî re Gef Dixon) hat, di vê pêvajoyê de rastî tundiya fîzîkî û lêgerîna tazî hat. Her wiha neçarî sîxurtiyê hat. Parêzerê Nanaxanim Babazade ya ji Azerbeycanî, Ahmet Baran Çelîk jî diyar kir bêyî ku li benda pêvajoya doz û îtîrazkirinê ya 7 rojan bê seknandin, hewil tê dayîn muwekîlê wê îro bê dersînorkirin. Parêzer, diyar kir hewil tê dayîn mafên qanûnî yên muwekîla wê bê binpekirin û da zanîn ew ê li dijî biryarê îtîraz bikin.