Rapora NY’ê: Li Suweydayê aqûbeta 763 kesan nayê zanîn
Li gorî rapora NY’ê, di êrîşên komên çekdar ên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê ya li dijî Suweydayê de 105 jin û zarokên keç hate revandin û 80 jê jin û zarokên keç aqûbeta 763 kesan nayê zanîn.

Navenda Nûçeyan – 9 pisporên ji Neteweyên Yekbûyî (NY), li bajarê Suweydayê ku di bin êrîşa rêveberiya Şamê û komên çekdar ên girêdayî wî de, êrîş û binpêkirinên li dijî jin û zarokên keç belge kirin.
Di rapora ku 21’ê Tebaxê hate weşandin de, bûyerên kuştin, windakirina bi darê zorê, revandin, talankirin, zirardayîna milkê, êrîşa zayendî ya li dijî jin û zarokên keç û bûyerên tundiyê yên li ser bingeha zayendî ya civakê cihgirt.
Pisporên ku êrîş û binpêkirinên mafên mirovan ên hatin jiyîn mîna "fikarek cidî” bi nav kirin, diyar kirin ku asta tundiyê kampanyayek bi armanc a li dijî Durziyan nîşan dide.
Di raporê de binpêkirinên li dijî jinan wiha hatin rêzkirin:
"* Ji aliyê komên girêdayî rêveberiya demkî ya Şamê ve 105 jin û zarokên keç Durzî hatin revandin.
* 80 jê jin û zarokên keç aqûbeta 763 kesan nayê zanîn.
* Hinek jinên rizgarbûnê, ji ber fikarên ewlehiyê nikarin vegerin malên xwe.
* Tê îdiakirin ku jinên Durzî beriya ku wbên înfazkirin rastî destdirêjiyê hatine.
* Di êrîşên li dijî gundên Ta'ara, El-Dura û El-Duweyrayê de, topên giran, tivingên makîneyî û talankirin hatine pêkanîn û 39 jê jin û 21 jê zarok û herî kêm 538 Durzî yên nasnameya wan nehatine tesbîtkirin jî di nav de hezar kes hatine kuştin.
* 8 jê zarok û 30 jê jin herî kêm 196 kes bêdaraz hatine înfazkirin û zêdetirê 30 gund hatin şewitandin.”
heşt zarok û 30 jin, bê dadî hatin îdamkirin, û zêdetirî 33 gund hatin şewitandin.
Lêpirsînên berfireh nayên meşandin
Pisporan, wiha gotin: "Der barê înfazên bêdaraz, bûyerên îşkence an jî revandinê de lêpirsînên berfireh, serbixwe û bêalî nayên meşandin.” Pisporên NY’ê, bang li rêveberiya demkî ya Şamê kirin ku demil dest destûr bide lêpirsînên serbixwe, sûcdaran bidarîzine û aqûbet û cihê windayan tesbît dike.