Star FM 7 salî ye: Dibe dengê jin û jiyanê

Endam û rêveberên Radyoya Star FM salvegera 7’emîn a Star FM pîroz kirin, destnîşan kirin ku ew derbasî weşana nû dibin û gotin: “Daxwaza me ew e guhdar û şopdarên me di weşana me ya nû de bi me re bin.”

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de bi dirûşma “Dengê jin û jiyanê” dest bi weşanê kir. Her sal bi weşanên cur be cur dikaribû jiyan, dîrok, leşkerî, siyasî, çand û hunera jinan bide nîşandan ku her sal gavên girîngtîr hatin avêtin. Di Konferansa 2’emîn a Yekitiya Ragihandina Jinê ya 2020’an de pêk hat de biryar hat girtin ku Star FM di asta Herêma Cizîrê de weşana xwe bike, piştî 6 meh Radyoya Star FM dikaribû weşanê xwe di asta herêma Cizîrê de pêk bîne. Star FM radyoya yekem a jinan di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye de ye. Radyoya bi zimanê Kurdî û Erebî weşanê dike, bernameyên li ser mijarên tenduristî, civakî, çandî, jin û zarok hene her wiha danasîna gund û bajaran tê kirin, helbest û çîrok diweşîne.

Di salvegera 7’emîn a damezrandina Star FM de endam û rêveberên Star FM nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kirin ku ew ê di salvegerê de derbasî weşana xwe ya nû bibin.

‘Radyo mirovan agahdar dike’

Endama Rêveberiya Star FM Dîcle Demhat girîngiya radyoyan wiha nirxand: “Radyo li ser agahîdayînê derketiye. Radyo di şeran de rolek girîng lîstiye, di roja îro de jî girîngiya xwe diparêze. Şerê cîhanê ya sêyem berdewam dike, pirî caran înternet, kehrebe pirskirêke lê careke din radyo rola xwe dilîze. Kesên ku di karên ragihandinê de dest bi kar dikin, bingehên xwe ji radyoyê digirin, kesên ku di radyoyê de kar kiribin, karên din ên di ragihandinê de baştir û gavên mezintir davêjin. Di seranserên cîhanê de heta vê kêliyê jî radyo tên bikaranîn. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê pêk hat, di her bajarekî de radyo hatin avakirin. Di aliyê siyasî, civakî û çandînî de roleke radyoyê heye ku gel agahdar dike.”

‘Di 15’ê Kanûna 2017’an de Star FM dest bi weşanê kir’

Dîcle Demhat destnîşan kir ku radyoya Star FM di 15’ê Kanûna 2017’an de dest bi weşanê kiriye û wiha domand: “Di sala 2016’an de biryara radyoya Star FM hatibû girtin û amadekariya wê hat kirin ku di sala 2017’an de dest bi weşana tekstê kir û di 15’ê Kanûna 2017’an de fermî dest bi weşana xwe kir. Radyoya me li ser asta Kantona Qamişloyê weşanê dikir, her ku dem derbas bû, asta weşanê jî guhert ku Radyoya Star Fm di sala 2020’an de di asta herêma Cizîrê de dest bi weşanê kir. Di heman wextê de radyoya Star FM li ser înternetê jî dest bi weşanê kir ku li her derê cîhanê dema dikeve pela fermî ya Star FM li her derê dikare bê guhdarkirin.”

‘Star FM dibe hêvî xeyal û dengê jinan’

Dîcle Demhat wateya navê radyoya Star FM wiha anî ziman: “Mirov dema li dîrokê mêze dike, gelek xwedawendên jin hene. Yek ji wan xwedawenda Star e ku dema tiştek çêdibe em mêze dikin dayikên me dibêjin ‘Ya star.’ Ji vê xwedawendbûnê Star FM navê xwe girtiye. Di heman demê de mînakên wê mîna Kongra Star, Yekitiya Star heye ku ev hemû di rastî de cewherê xwe ji xwedawendan digrin. Dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, bi hezaran jinan bi ked û hewldanek pir mezin, di nava vê şoreşê de cihê xwe girtin ku yek ji wan qadan a girîng ragihandin bû jin dikaribûn ajans, televîzyon û radyoya xweser vekin. Radyoya Star FM roja ava bûye heta roja îro bi ked, hest û destên jinan tê birêvebirin. Hewldana me ew e ku bi keda jinan a di vê şoreşê de em xeyalên wan pêk bînin û di star FM de bibin deng, xeyal û hêviya wan jinan.”

‘Dengê jin û jiyanê dengê jinan pênase dike’

Dîcle Demhat diyar kir ku dirûşma radyoya Star FM ‘Dengê jin û jiyanê’ ye û wiha şîrove kir: “Şoreşa Rojava wek şoreşa jinan tê pênasekirin û bi hezaran jinên pêşeng rola xwe ji bo şoreşa jinan lîstin û canê xwe feda kirin ku mînaka wan Arîn Mîrkan, Zehra Berkel û bi hezaran in. Ev jinan bi nasnameya jinan derketiye holê û xeyal û daxwazên wan ew bû ku ev jin dengê xwe bigihîjînin hemû cîhanê û şoreşa jinan bigihîjînin tevahî jinan. Dengê jin û jiyanê di rastî de dengê jinan pênase dike. Em niha 24 bername pêşkêş dikin û di hemû bernameyên me de der barê jiyan, deng, çandinî, civakî, siyasî, dîplomasî û leşkerî de rola jinan di van qadan de çawa ye em nîşan didin. Dirûşma Star FM nîşan dide ku jin jiyana xwe bi dengê xwe tînin ziman. Em ê li ser vê dirûşmê gavên mezin bavêjin û bibin dengê hemû jinên cîhanê. Bi dirûşma ‘Dengê jin û jiyanê’ em dixwazin têkoşîn, berxwadan, xeyal û daxwazên jinan di radyoya xwe de bidin weşandin.”

 ‘Radyo Star FM bi keda jinan tê birêvebirin’

Dîcle Demhat diyar kir ku xebatkarên Star FM hemû jin in û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Radyo Star FM bi ciwantî ava bû. Bi mezinbûna radyoyê re endamên radyoyê jî mezin bûn û heta roja îro jî karê xwe berdewam dikin. Dema mirov qala ked û hewldana wan dike, bi rastî jî kedek mezin hatiye dayîn. Piranî rojên wan di radyoyê de derbas dibin, ruxmê berdewama wan xilas dibe lê naçin û alîkariya hev dikin. Keda wan ku di radyoyê de dan ji navçeya Tirpespiyê dest pê kir, bûn Herêma Cizîrê û niha jî amadekariyên xwe yên bûyina asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Her roj û kêliyên me bi dagirtî derbas dibe.”

‘Em dibin dengê hemû jinan’

Dîcle Demhat eşkere kir ku ew di salvegera avabûna radyo Star Fm de dê dest bi weşana xwe ya nû bikin û wiha got: “Di nava 6 salan de xebatên girîng hatin kirin û gavên mezin hatin avêtin ku weşan ji navçeyekî derbasî herêmekî bû, niha jî amadekarî tên kirin ku em weşana xwe berfirehtir bikin. Em armanc dikin ku dengê me negihandiye jinan dengê xwe bigihîjînin wan jî. Em dixwazin dema em bibin asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhateyên jin tevli weşana xwe bikin. Di 15’ê Kanûnê de 6 salên radyoyê tijî dibin û em derbasî sala xwe ya 7’emîn dibin û di wê rojê de em ê derbasî weşana xwe ya nû bibin. Radyoya me radyoya jinan e ji kar, heta teknîk hemû jin pê re mijûl dibin. Guhdarên me yên mêr jî hene ku kêfxweşiya xwe nîşan didin, gelek ajokar radyoya me guhdar dikin û gelek dayik û jin hene li radyoyê guhdar dikin. Hêviya me ew e ku hemû jin xwe bigihîjînin me û em xeyalên wan di radyoyê de bi guhdarên xwe re parve bikin. Her kêliya jin û jiyana wan, çîroka me hemûyan e. Di her çîrokê de em xwe dibînin û vê yekê ji xwe re dikin bingeha jiyanê û wisa gav davêjin. Keda ku tê dayîn a me hemûyan e. Daxwaza me ew e ku guhdar û şopdarên me di weşana me ya nû de jî bi me re bin û em ê bibin deng û jiyana her kesê.”

‘Star FM berhema şoreşa jinan e’

Endam û rêvebera Radyoya Star FM Lîlav Hesen jî salvegera damezrandina Radyoya Star FM li hemû jinan pîroz kir û wiha got: “Em salvegera radyoya Star FM, li jinên ku di oxira vî welatê de canê xwe feda kirine û hemû hevalên xwe yên di ragihandinê de bûn ronahî ji vê heqîqetê re pîroz dikin. Radyoya Star FM jî bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re vebû ku dikaribû roleke girîng bilîze. Jinan di hemû qadan de cihê xwe girt, wek qada çapemeniyê jî pêwistî pê hebû ku sazî û dezgehên taybet ên jinan jî vebin, çi ajans, tv û radyo be. Yek ji wan berhemên şoreşa Rojava û têkoşîna jinan Star FM e. Me jî wek jinên ciwan di radyoyê de cih girt û em ê bi radyoya Star FM re mohra xwe li şoreşê bixin.”

‘Star FM li gorî dirûşma xwe bû dengê jin û jiyanê’

Lîlav Hesen a anî ziman ku ew di pêvajoyên avakirina radyoyê de cih girtiye wiha domand: “Beriya Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, hikûmeta Şamê li ser hikûm bû, saziyên jinan ên xweser li herêma me tune bûn. Di gava destpêkê de em rastî zehmetiyan hatin lê bi perwerde û bi gelek hevalên xwe re em dikaribûn gav bavêjin. Di avakirina radyoyê de jî êrîş û dorpêç li ser herêmê hebûn, di şert û mercên zehmet de radyoya me hat vekirin. Weşana me di 15’ê Kanûna 2017’an de bi fermî dest bi weşanê kir. Me bi 2 kesan dest bi radyoyê kir, paşê bû 9 kes û niha jî gihîştiye asta ekîbê. Roja ku em tê de ne em ji bo xwe serkeftinek dibînin. Îro jî salvegera me ye, ev ji bo min cihê serbilindahiyê ye. Ez wek cihê kar li Star FM mêze nakim, berovajî cihê perwerdeyê ye. Ez li kesayeta xwe mêze dikim gelek guhertin û veguhertinan dibînim. Îro em li rewşê mêze dikin, êrîşa herî dijwar li ser qada çapemeniyê pêk tê, rojane hevalên me yên rojnamevan rastî êrîşan tên. Ev dide diyarkirin ku tirsa dewletan ji rojnamevan û bi taybetî rojnamevanên jin heye. Ji ber jin rastî û heqîqeta heyî derdixin. Star FM jî di nava çapemeniyê de cih girtiye û rola xwe dilîze. Star FM li gorî dirûşma xwe bû ‘Dengê jin û jiyanê’.”