Çalakiya Nobetê bi dewirgirtina koma 30’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewirgirtina koma 30’emîn û biryardariyek xurt didome.

Mexmûr - Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê meha Tîrmehê de çalakiya nobetê hatibû destpê kirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 30’emîn didome.

Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 29’emîn Nalîn Gokalp axivî.

Nalîn Gokalp da hat diyar kirin ku wek xelkê wargeha penaberana a Mexmûrê ewê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hertim di nava çalakiyan de bin û ji bo şikandina deriyê Îmraliyê wê têkoşîna xwe bi biryardariyek mezin bidomînin.

Piştî çalakiya dewirgirtinê, çalakvan beşdarî kampanya xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û beşek ji parêznameya 5’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di girtîgehê de nivîsandibû, xwendin.