Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê didomin

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê didomin. Li beşeke mezin a Xezayê cara 6’emîn xizmetên ragihandinê û înternetê hat qutkirin. Bernameya Xurekê ya Cîhanê ya NY’ê, bal kişand ku li Xezayê operasyonên alîkariyên mirovî li ber hilweşînê ne.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê yên ku ji 7’ê Cotmehê vir ve li dijî Zîvala Xezayê dabû destpêkirin didomin. Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, di êrîşa hewayî yên ku Îsraîlê li dijî malbata Ebû Nasr ê li rojavayê Xan Yûnisê pêk anî de, herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de hinek kes jî birîndar bûn.

Îsraîlê, li dijî gelek taxên bajarê Xan Yûnisê bi topan êrîş pêk anî. Dîsa balafirên şer ên Îsraîlê li Refahê ya başûrê Zîvala Xezayê, cihek niştecihbûnê yê nêzî Nexweşxaneya Kuweytê bombebaran kirin. Kesên ku di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Şehîd Ebû Yûsif en-Neccar a li bajêr. Her wiha, di êrîşên balafirên şer ên li dijî cihên niştecihbûnê yên li Der el-Belah û Cibaliye de gelek kes birîndar bûn.

'Xizmetên ragihandin û înternetê bi temamî qut bûn'

Li beşeke mezin a Zîvala Xezayê, ji 7’ê Cotmehê vir ve cara 6’emîn e xizmetên ragihandinê û înternet qut dibin. Şirketên bi navê Jawwal û Ooredoo yên di qada telekomûnilkasyon a Filîstinê de xizmet didin, du daxuyaniyên cuda dan.

Jawaal, di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji duh êvarê ve di xizmetên ragihandinê û înternetê yên Zîvala Xezayê de, bi temamî qutbûn çêbûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji destpêka şer û vir ve cara 6'emîn xizmetên şîrkertê rastî qutbûnê tên û wiha hat gotin: "Em xemgîn in ku radigihînin li Xezayê ji ber êrîşên berdewam dikin, hemû xizmetên ragihandinê û înternetê bi temamî qut bûne.”

Şîrketa Ooredoo jî ragihand ku qutbûna xizmetên ragihandinê li başûr û navenda Zîvala Xezayê tên jiyîn, ji destpêka êrişan heta niha xizmetên şîrketê cara 6’emîn rastî qutbûnê hat. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ji ber êrîşên Îsraîlê deyên didomin, ji duh ve li başûr û beşa navîn a Zîvala Xezayê xizmetên ragihandinê hatin sekinandin û li bakur jî bi qismî berdewam dike.

Her du şîrket jî diyar kirin, ji bo di demek kurt de misogerkirina ragihandinê, xebatên wan berdewam dike.

'Bi zanebûn torên ragihandin û înternetê qut dike’

Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê Ofîsa Çapemeniyê ya Hikûmeta Xezayê ve hat dayîn de, wiha hat gotin: "Artêşa dagirker a Îsraîlê, ji destpêka şerê qirkirinê yê li dijî gelê me yê Filistînê, li Zîvala Xezayê, bi zanebûn xetên ragihandin û înternetê ya bi Zîvala Xezayê re qut dike.” Di daxuyaniyê de bang hat kirin demil dest û bi lezginî êrîşên bi hovanê ya li dijî gelê Filistînê bên rawestandin.

Komîserê Giştî yê UNRWA’yê: Ez dibim şahidê sefalet û êşan

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarinî, di civîna çapemeniyê ya ku di çarçoveya "Foruma Penaberan a Kûrewî ya 2023" de bi mazûvaniya Komîseriya Bilind a NY’yê û Swîsreyê hat lidarxistin de axivî. Philippe Lazzarinî, diyar kir ku ji 7'ê Cotmehê û vir ve cara 3’emîn serdana Xezayê kiriye û wiha got: "Her cara ku ez diçim Xezayê, ez dibêjim ‘zêdetir xirabtir nabe’. Lê belê her carê ez zêdetir şahidiya sefalet, eş û xemgîniyê dibim. Ez êdî hîs dikim ku êdî li Xezayê jiyan nabe.”

'Milyonek kesên ji cih û warên bûne hatin Refahê'

Philippe Lazzarinî, diyar kir ku di serdana xwe ya heri dawî de li bajarê Refahê yê başûrê Zîvala Xezayê maye û ev der navenda gelê Xezayê yên ji cih bû warên bûne ye û nêzî milyonek kesên ji cih û warên xwe bûne hatine wê derê. Lazzarinî, bal kişand ku li Refahê di şevekî de nifûs çar qat zêde bûye û wiha got: "Ev der bi gelemperî cihê ku kesên herî xizan ên li Zîvala Xezayê dijîn û ji binesazî û pêdiviyên bingehîn bêpar e. Bajarê Refahê ne cihêkî ku zêdetirî milyonek kesan bihewîne ye."

‘135 personelên UNRWA’yê hatin kuştin’

Philippe Lazzarinî, anî ziman ku ji destpêka pevçûnan ve heya niha 135 personelên UNRWA’yê hatine kuştin. Philippe Lazzarinî behsa qerebalixa zêde ya li bajarê Refahê bûye şahid kir, destnîşan kir ku wî serdana depoyekê UNRWA’yê ku 30 hezar kes lê dimînin kiriye û da zanîn ku li gorî serdana xwe ya herî dawiyê “li derve bi deh hezaran kes” hene.

Philippe Lazzarinî anî ziman ku bi destpêkirina zivistanê re kesên dikarin di tesîsan de cih bibînin “bi şans in” û got; “Hûn lê dinêrin, tije stargeh in. Hûn biçin ku derê biçin, mirov bê çare, birçî û di nav tirsê de ne.”

‘Şerîaya Rojhilat bi asta tundiya herî dijwar a 20 salan re rû bi rû ye’

Philippe Lazzarinî der barê rewşa Şerîaya Rojhilat de nirxandinan kir got: “Her roj êrîş hene û mirov tên kuştin.” Philippe Lazzarinî destnîşan kir ku bi mirin, birîndarî û girtinên di asta rekorê de -Şerîaya Rojhilat bi asta tundiya herî dijwar a 20 salan re rû bi rû ye û da zanîn ku wî bi hinek filistîniyên ku ji cih warên xwe koçber bûne dîtine, bal kişand ku tundiya rûniştvanên Yahûdî ya li heremê zêde dibe û got: “Em hemû dizanin ku li Şerîaya Rojava gelek çek hatine belavkirin.”

Artêşa Îsraîlê ji bajar û kampa Cenînê vekişiya

Êrîşa artêşa Îsraîlê ya şeva 12’ê Kanûnê li ser bajarê Cenînê û dorpêçkirina kampa li wir êvara roja 3’emîn bi dawî bû. Wesayîdên zirxî yên artêşa Îsraîlê îro danê nîvroyê bi tundî bi avêtina bombeyên dûmanê dest bi vekişîna ji kampê kirin. Piştî nîv saetê leşker vegeriyan kampê, bi komên çekdar ên Filistînî re pevçûnên demkurt derketin. Leşkerên Îsraîlê ber bi êvarê dîsa ji kampê vekişiyan.

Di dorpêça ku 3 roj domiya û mal û dikan hilweşiyan de 12 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyên 12 Filistîniyan bi dirûşman hatin definkirin. Komên çekdar ên Filistînî di dema merasîma cenaze de gule berdan hewayê.

Ji artêşa Îsraîlê daxuyaniya ‘Cenînê’

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de îdia kir ku di êrîşa 60 saetî ya li Cenînê de 60 kesên ku li wan digeriyan binçav kirine û nêzî 50 çek jî desteser kirine. Ji aliyê din ve berpirsên Filistînî ragihandin ku leşkerên Îsraîlê bi sedan welatiyên ji bajarê Cenînê û ji kampa penaberan binçav kirine û piraniya wan piştî lêpirsînê hatine berdan.

NY: Operasyonên alîkariyê li ber hilweşînê ne

Alîkarê Serokê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Carl Skau piştî serdana xwe ya Xezayê li avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li New Yorkê civîneke çapemeniyê li dar xist. Carl Skau di civînê de axivî û diyar kir ku rewşa Xezayê gav bi gav xerabtir û kaotîktir dibe û der barê ewlehiya xwarinê de jî got ku ji 10 kesan 9 jê nizanin dê xwarina wan a din ji ku were.

Carl Skau diyar kir ku di çavên mirovan de tirsê dibîne. Carl Skau destnîşan kir ku di şert û mercên heyî de ketina bi rêkûpêk a alîkariyê ne mimkûn e û got: "Pêdivî pê heye ku em bi awayekî cidî mîqdarên alîkariyê zêde bikin û ji bo derbasbûna zêde divê deriyên nû werin vekirin."

Carl Skau destnîşan kir ku ji bo vê yek agirbesteke însanî pêwîst e û got: "Operasyonên alîkariyên mirovî yên li Xezayê li ber hilweşînê ne." Carl Skau, anî ziman ku hevriyên wî yên ku demeke dirêj di vî warî de dixebitin gotine ku heta niha rastî rewşeke bi vî rengî nehatine û diyar kir ku divê şert û merc bên başkirin.