DMME’yê der barê qedexeya kurtajê ya li Polonyayê de biryar da

DMME’yê, serlêdana jina ku ji fetusa wê ya 14 hefteyî re teşhîsa sendroma Downê hat dayîn lê ji ber qedexeya li Polonyayê nikaribû kurtaj bibe qebûl kir, ev hikum da: "Mafê jiyana taybet û malbatê hat binpêkirin.”

Navenda Nûçeyan- Li Polonyayê jina ku di sala 2020’an de dema 14 hefteyî ducanî bû ji fetusa wê re teşhîsa sendroma Downê hat dayîn, ji ber "zagona di ducaniyê de di tu rewşeke pêwîst e de kurtajê neyê kirin” ku di sala 2020’an de li welat hat girtin, nikare kurtaj bike.

Piştî ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME'yê ku serlêdana wê qebûl kir, biryar da ku "mafên jiyana taybet û malbatî” ya jina ku neçar ma ji bo kurtajê biçe Hollandayê hatiye binpêkirin. Dadgehê, biryar da hikûmeta Polonyayê ji bo jinan kurtaj kiriye 15 hezar euro tazmînata manewî û ji bo zirara madî jî 1004 euro bide.

'Tişta pêwist çi dibe bila bibe kurtaj qanûnî ye’

Saziya civaka sivîl FEDERA’ya li Polonyayê di mijara mafên jinan de dixebite, di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em li ser navê hemû jinên li Polonyayê ji bo vê biryarê têkoşiyan. Ev biryar xaleke vegerê ye û argumaneke din e ku divê qanûnên Polonyayê yên ku li Polonyayê evqas êş û azarê didin jinan bên guhertin. Em hêvî dikin ku hikûmeta nû ya Polonyayê zagona kurtajê rabike. Vegera rewşa qanûnî ya beriya biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Polonyayê (ango li ser bingeha kurtaj bibe qanûnek teqez) ne têrker e; tişta pêwîst, sedema vê çi dibe bila bibe, gihandina kurtajê ya qanûnî ye.”