‘Ji bo xwedî derketina li destkeftiyan biçin ser sindoqan’

Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya navçeya Sinûnê Edûl Şemo li ser girîngiya hilbijartinên parêzgehan axivî û bang li civaka Êzidî kir ku ji bo xwedî derketina li destkeftiyên xwe biçin ser sindoqan.

BÊRÎVAN ÇIYA

Şengal - Di 18’ê Kanûnê de li seranserî Iraqê wê hilbijartinên parêzgehan bên lidarxistin. Di van hilbijartinan de yek ji herêma herî girîng jî Şengal e. Şengal girêdayî parêzgeha Mûsilê ye. Li ser navê Êzidiyan wê partiya siyasî PADÊ li gel tifaqa gelên Nînovayê beşdarî hilbijartinan bibe. Ji bo namzedên partiya siyasî ya Êzidiyan PADÊ bi ser bikevin li Şengalê di pêşengiya jinan de kar û xetabên girîng tên meşandin. Endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya navçeya Sinûnê Edûl Şemo li ser hilbijartinan ji ajansa me re axivî.

Edûl Şemo banga xwedî derketina li hilbijartinê kir û got: “Hilbijartin li pêşiya me hene. Hêvîdarim ku hemû kes, muxtar, oldar û feqîrên xelqa her kes dengê xwe bide Qasim Keşko. Ji ber ku wî pir ked daye ji bo Şengalê. Hêvîdar im ku her kesekî xwedî tirs û rûmet be li hilbijartinan xwedî derkeve û em li xwîna şehîdan xwedî derkevin. Em bi riya van hilbijartinan li qêrînên dayikan ku ta niha zarokên wan di destê çeteyan de ne. Pêwîste em dengê xwe nedin dijmin. Dijminê ku di sala 2014’an de Şengal firot û bû sedem ku fermanek rabe û ta niha keç û jinên Êzidî esîrin di destê çeteyan de. Pêwîste em dengê xwe nedin wan. Pêwîste her kes xwedî wijdan be û li zarokên êzîdxanê xwedî derkeve, qêrîn û hawara dayikan jibîr neke. Êdî bese emê dengê xwe bidin xwe, heta kengî emê di bin koletiya vî dijminî de bin? Êdî bes e.”

‘Serkeftin wê ya me be’

Edûl di dewama axaftina xwe de da zanîn ku êdî pêwîste civaka Êzidî ji bo xwe serkeftinê armanc bike û li keda şehîdan xwedî derkeve û wiha got: “Êzidiyên Çiyayê Şengalê bûn mijara li ser lêvê her kesî. Her kes dibêje bila bikêrî xwe bên. Bese êdî vê carê divê em bi ser bikevin û jiyanek azad û bi xweşî bibînin. Ne serkeftina Şengal wê me pir biêşîne. Şehîdên me can û rihê xwe fedayî çiya, axa Şengalê, çand û exlaqê me kirin. Lazime em xwedî li keda şehîdan derkevin ji bo ku em tiştekî jidest nedin. Bi hêviya serkeftinê û misoger kirina azadiyê. Bi hêviya tawisî melek hemû kesên ku xiyanet li me kirine û şengal firotin bişkîne û azadî û xweseriyê ji şengal re bîne. Ev namzetê diyar kirî Qasim Keşko pir ked di şengalê de daye, pêwîste her kes dengê xwe bide wî.”

‘Xedî li çanda xwe derkevin’

Edûl bang kir ku kes dengê xwe ne firoşe û dost û dijminên xwe ji hev nas bike û wiha got: “Banga min ew e ku her kes dost û dijminê xwe ji hev nas bike. Her kesî bi çavên xwe dît kî dost e û kî dijmin e. Me tevan dît ka kî Şengal firot û kî şengal bi rih kir, ava kir û pêş de bir. Bang dikim kes bila dengê xwe nefiroşe. Kesek ji me perên xwe xilas nake. Bila tu kes bi çend hezaran dengê xwe ne firoşin. Ew pere feydeyekî nake li wan. Bang dikim li ola xwe, Êzidiyatiya xwe, çand û zimanê xwe xwedî derkevin û dengê xwe bidin namzetê xwe Qasim Keşko. Piştî fermanê bi hezaran kes ji civaka me ya Êzidî berê xwe dan Eurupa. Lê belê ne ji xweşiyekê berê xwe dane wir, ji ber fermana ku hat jiyan kirin. Kesên ku gihane wir jî, ne rehetin. Her kes li wir dil bi kule û miriye. Ev jî mirineke ser erde. Emê dengê xwe bidin Şengalê û li xwe xwedî derkevin. Bi hêviya ku rehmek bikeve dilê hemû Êzidiyan de û li xwe xwedî derkevin.”

‘Pêwîst e jin pêşengiyê bike di hilbijartinan de’

Edûl Şemo endama Meclisa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya nevçeya Sinûnê di dawiya axaftina xwe de bang li her kesî kir û bi taybet li jinan kir ku dengê xwe bidin Qasim keşko û wiha got: “Em ji Qasim Keşko re serkeftinê dixwazin. Em dibînin ku milet pir jê razî ne. Tawisê Melek rehmekê bixe dilî wî û li ser xatira keç û jinên Êzidî zarokên Êzidî li şengalê xwedî derkeve. Banga min ji hemû jinan re heye di serî de, ji ber ku ya li pazaran hat firotin jin bû, dengê xwe bidin Qasim Keşko. Zilamê ku nexwaze biçe û dengê xwe bide, lazime jin pêşengtiyê bike û biçin dengê xwe ji bo şengalê bikar bînin. Em hêvî ji biçûk û mezinan dikin ku li şengal xwedî derkevin û dengê xwe bizanibin çawa bikar bînin.”