Siyasetmedar Areej Al-Ashqar: Divê li dijî sûcên şer çalakî werin destpêkirin
Siyasetmedara Xezayî Areej Al-Ashqar, diyar kir ku polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn tên meşandin bi taybetî li ser jinan bandorên xirab çêdikin û ji jinan, rêxistinên mafên mirovan û civakên cîhanê xwes dest bi çalakiyan bikin.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Dewletên hegemon, ernîgariya Rojhilata Navîn veguherandin qada şer. Şerên ku bûn sedema komkujî, koçberî, hilweşîn, tacîz, tecawiz û gelek êşên din; zêdetir li ser jin û zarokan birînên ku nayên dermankirin vedike. Jinên ku di bin mercên şer de rastî şîdeta fizîkî, derûnî û aborî tên, li dijî bêdengiya cîhanê bi bertek in.
Aktivîsta siyasî Areej Al-Ashqar, li ser planên şer ên li Rojhilata Navên tên meşandin, binpêkirin û sûcên ku li dijî jin, zarok û mirovan tên kirin ji ajansa me re nirxand.
‘Jin bedelên gelek giran didin’
Areej Al-Ashqar, got ku li Rojhilata Navîn binpêkirina mafên jinan, perçeyek ji polîtîkayên şer e û got: “Ji ber şeran jin ji cihê xwe koçber dibin û rastî gelek binpêkirina tên. Jin li dijî van mercên zehmet bûne sembolên biryardarî û têkoşînê. Tevî komkujî, îşkence, girtin û her cure biçûkxistinê jî; jinan bi sekna xwe îsbat kirine ku ew dikarin bibin çiraya jiyanê. Jin ji bo parastina axa xwe bedelên mezin didin.”
‘Jinên Filistînî bûn sembolê biryardarî û têkoşînê’
Areej Al-Ashqar, diyar kir ku şerên li herêmên cuda yên Rojhilata Navîn çêdibin, di jiyana jinan de birînên ku nayên dermankirin vekirine û wiha domand: “Van êşan sînorên tehemula mirovan derbas dikin. Jin di bin mercên giran ên şer de rastî her cure zextan tên û neçar dimînin di bin barê giran ên derûnî û civakî yên nayên pênasekirin de bimînin, wan baran bikşînin. Ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê, jinên Filistînî bi qetliam, koçberî, îşkence, girtin û gelek kiryarên xirab re rûbirû man. Jinên Filistînî bûn sembolên biryardariya ji bo parastina ax û rûmeta xwe. Van hemûyan jî jinên Filistînî ji têkoşînê paşve nehiştin. Li dijî êrişan bi biryardarî berxwedana xwe didomînin û ji bo parastina axa xwe bedelên gelek giran didin.”
‘Li Sûdanê jin ji ber sûcên şer mexdûr dibin’
Areej Al-Ashqar, pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi bîr xist û got ku ji ber pevçûnan salek e jin gelek mexdûr bûne. Areej Al-Ashqar wiha domand: “Li Sûdanê ji ber koçberiya bi zorê û pevçûnan, jin di serî tacîz û tecawiz, rastî gelek binpêkirinan tên. Van sûcan li ber çavên cîhanê tên kirin û tu mudaxeleyek nayê kirin. Şîdeta li Sûdanê tenê fizîkî nîn e, ji aliyê derûnî ve her diçe kûrtir dibe. Rewşa ku niha jinên Sûdanî tê de sûc in û divê ev sûcên ku tên kirin li dadgehên navneteweyî werin darizandin. Lê mixabin mekanîzmayeke navneteweyî ya van binpêkirinan bide rawestandin fikaran zêde dike.”
Pêşketinên li Sûriyeyê
Li Sûriyeyê şerî di sala 2011’an de dest pê kir bênavber didome û di 27’ê Mijdarê de Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) êrişê yek ji bajarên herî girîng ên Sûriyeyê Helebê kir. Bi vekişîna artêşê re Heleb ket destên çeteyên HTŞ’ê. Di 8’ê Kanûnê de jî konrola bajarê Şamê ket destên HTŞ’ê. Bi peşketinên ku çêbûn re, dewleta Tirk û çeteyên wê, êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Li ser vê yekê jî Areej Al-Ashqar, diyar kir ku di êrişên HTŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk ên li ser herêmê de bi hezaran jin ketine riyên koçberiyê û wiha got: “Ji er êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê di serî de jin û zarok gelk kes hatin qetilkirin û koçber bûn. Qetilkirin û koçberkirina jinan bi darê zorê, rûbirûbûna bi êrişên fizîkî re, bûne sedema pirsgirêkên derûnî. Bi hezaran jin, ji pêdiviyên herî bingehîn bêpar, neçar man berê xwe bidin kampên koçberiyê.
Dijminatiya jinan ya dewleta Tirk û çeteyên wê
Areej Al-Ashqar da zanîn ku piştî kontrokirina HTŞ li Sûriye zêde bû, dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe yên dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye zêde kir û got: “Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê sê endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya li Minbicê hatin qetilkirin. Hersê jinên ku hatin qetilkirin tenê weke windahiyekê em nikarin bi nirxînin. Endama Zenûbiya Eyşe Abde Qader, Îman Ahmed û Qamar Al- Aswad, ji bo jin li qadek azad û demokratîk bijîn jinên ku têdikoşiyan bû. Ev qetliamên tê jiyîn belgeya êrişên wehşetê yên dewleta Tirk û çeteyên wêne.”
‘Êşên jinan ji nedîtî ve tên’
Areej Al-Ashqar diyarkir ku jinên Lubnanê ji ber êrişên Îsrail rastî binpêkirinên cûda tên û got: “Jinên Lubnanî, ji ber êrişên Îsrail ku bi dehan sale di dome û aloziyên siyasî êş kişandin e. Di şertên şer de jin rastî her cûrê tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatine. Çapemenî êşên wan jî nedîtî ve tên, lê belê tevî vê jî jinên Lubnanê, di nava vê rastiyê de li bendê ne tiştek nû derbikeve. Krîza aborî û siyasî ya li Lubnanê, ji ber kêmaniyê xizmeta bingehîn û ewlehiyê, êşên ku jinan kişandine hê xiratir bûye, li pişta jina barê nû tên zêdekirin.”
‘Divê em dengê jinan bidin bihîstin’
Areej Al-Ashqar di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li herêmê ku şer tê jiyîn, ji ber nebûna rêxistinên jinan êşên jinan dû qat bûye û wiha bi dawî kir:
“Ji ber nebûna rêxistinên jinan, jinan di hevrûbûna şer de bi tenê dihêlin. Jinên ku di şertên şer de dijîn, ji bo barê trajediya di nav dene sivîk bikin, pêwîstî bî alîkariya psîkolojîk, civakî û aborî heye. Derbarê parastina jinên li herêma şer de divê peymanên navnetewî ên CEDAW û biryara 1325 were pêkanîn. Divê saziyên jinan û rêxistinên mafê mirovan, piştevaniya psîkolojîk û civakî bide jinên di nava şertên zor de dijîn, divê mijarê de divê komxebat û rûniştin bên li darxsitin. Divê ji bo zêdekirina hêza jinan bibe alîkar ku krîzan derbaz bikin. Di heman demê de belgekirina binpêkirinên jinan giring e. Bivê em bikevin rê û di formên navnetewî de em dengên jinan bidin bihîstin.
Eleqeya ku medya êşên ku jinên li herêmên şer de dikêşin bide teyîsîn kême. Ev havkariya sûc ya bi zanabûne, yan jî parçeyek ji veşartina rastiyan e? Armanca ji nedîvehatina van binpêkirinan, weke ku êşê ku jinên li van herêman dijîn ne êşa hemû mirovatiyê ye bêdengiyek û çanda teslîmyetê di domeye. Divê saziyên navnetewî û civaka navnetewî demildest pilana çalekiyan derbixin. Divê jin jî ji bo bi dawîanîna vê bêedaletiyê skenek cidî raber bike. Jinên Rojhilata Navîn îsbat kirin ku sembola hêz û biryardariyê ne, lê belê pêwîstî bi hê zêdetir piştevaniya saziyên mafê mirovan û femînst heye. Jinên Rijhilata Navîn qûrbanên şerin, lê belê di heman demê de sembola berxwedan û biryardariyê ne. Nîha tişta pêwîst ne tenê piştevaniye, di heman demê de çalekiyek demildest ji bo ji nûve avakirina rêzdariya li beramerî mafê bingehîn ên jina ne.”