‘Siyaseta rêgiriyê rê li dagirkirina xaka Sûriyeyê vedike’

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrîn-Şehbayê, Zelox Bekir destnîşan kir ku siyaseta rêgiriyê ya Hikumeta Şamê destek dide dewleta tirk ku dagirkeriya xwe ser xaka Sûriyeyê berfirehtir bike.

HESNA MIHEMED

Şehba- Bi hatina demsala zivistanê re li kantona Şehbayê, hikumeta Şamê siyaseta xwe ya birçîbûnê zêdetirî mehekê li ser gel dijwartir kiriye. Ev bû 6 sal in koçberên Efrînê li Şehbayê ruxmî kêm derfetan û nebûna pêdiviyên jiyanî têkoşîna xwe didomînin. Siyaseta ku hikumeta Şamê li ser gelê herêmê dide meşandin yek ji siyasetên qirkirin û tunekirina gelê Kurd e. Li hemberî siyaseta îmhakirinê gel berxwedana xwe bi îsrar berdewam dike.

Hevseroka Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya herêma Efrîn-Şehbayê Zelox Bekir qala armanca siyaseta birçibûnê ya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê dide meşandin kir.

'Li gorî berjewendiyên xwe nêzî aloziya Sûriyeyê dibin'

Zelox Bekir di destpêka gotinên xwe de behsa sala 2023'an û bûyerên ku hatine jiyîn kir û got: "Sala 2023’yan di aloziya Sûriyeyê de sala herî girantir bû. Ev sal bû şahidê dawiya sedsaliya hevpeymana Lozanê her wiha diviyabû ji aliyê hêzên hegemonîk ve nexşeriyek nû bihata danîn. Cîhan tevahî di vê salê de di şer û pevçûnên giran re derbas bû, şer îsal bi Rojhilata Navîn sînordar nema, li Ûkranya, Filistîn û deverên din jî şer hatin qewimandin. Ji ber mudaxaleyên dewletên derve ji şoreşa bihara gelan re hişt ku gel hesabên giran ên vê şoreşê bidin û nehiştin ev şoreş bigihîje armancên xwe. Bi taybetî gelê bindest ku her dem azadiya xwe dixwaze hesab dan, yek ji wan gelê Kurd bû li her parçeyê Kurdistanê gelê Kurd bûye qurbanê siyaseta qirkirin, pişaftin û siyaseta sîstemên faşîst. Li Rojavayê Kurdistanê bi taybetî gel bedelên gelek giran di vî şerê de dan."

'Sîstema me li dijî sîstema kapîtalîst şer dike'

Zelox Bekir diyar kir ku her kesê berê xwe daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber sîstema Rêveberiya Xweser a wekheviyê hatiye avakirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Seranserî salên ku aloziya Sûriyeyê hatiye qewimandin her kesek ji komên çete weke DAIŞ, Cebhet El Nusra û di serî de dewleta tirk a dagirker mudaxeleyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin, ji ber li van herêman statuya sîstema Rêveberiya Xweser hat avakirin, hemû pêkhateyên ku li herêmê jî tên jiyîn ev sîstem di nav xwe de qebûl kirin. Vê sîstemê jî li dijî sîstemên kapîtalîst tev digere lewre rastî êrîş û siyasetên qirkirinê tê. Li hemberî projeya ku hatiye avakirin ji aliyê hêzên hegemonîk ve planên qirkirinê tên meşandin û hewl didin sîstema ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin tune bikin."

'Siyaseta birçîbûnê li ser gel didin meşandin'

Di dirêjahiya gotinên xwe de Zelox Bekir diyar kir ku hêzên hegemonîk di dagirkirina deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar neman li kêlek wê bi riya dorpêç û êrîşan rojane gel dikin hedef û wiha berdewam kir: "Hêzên Hegomanîk di serî de dewleta tirk a dagirker di dagirkirina hin deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de sînordar nema bi riya êrîşên xwe rûbirû gelê herêmê dike hedef, li kêleka vê siyasetê hikumeta Şamê jî siyaseta birçîbûnê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî kantona Şehbayê dide meşandin. Armanc bi van siyasetan ew e ku îrade û hebûna gelê Kurd bidin tunekirin. Koçberên Efrînê bûn 6 sal li Şehbayê berxwedanek dîrokî didin meşandin, ev berxwedana rojane bi planên di navbera dewleta tirk a dagirker û hikumeta Şamê de, dimîne. Rêgiriya li ser Şehbayê seranserî salên koçberiyê nehatiye rawestandin.

'Siyaseta hikumata Şamê û Tirkiyeyê ji hev ne dûr in'

Zelox Bekir teqez kir ku bi her awayî û planê hewl dan berxwedana Şehbayê bidin çewisandin lê negihiştin tu armancê û wiha vegot: "Di zivistana sar de hikumeta Şamê nahêle yek alavên jiyanî di nav de madeya mazotê derbasî Şehbayê bibe. Di demsala havînê de jî eynî siyasetê dide meşandin her wiha siyaseta dewleta tirk a dagirker bi qutkirina ava Firatê li herêmên Cizîrê jî ji vê siyaseta hikumeta Şamê ne dûr e. Dixwazin bi her awayî berxwedana ku gel li Şehbayê û sernaserê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin vala derxin û bi riya siyaseta xwe careke din sîstemên xwe li ser gel ferz bikin. Ji bo ku gelê li wan deveran tune bikin hikumeta Şamê bi alîkariya dewleta tirk her awayê qirkirinê dide meşandin."

'Çareseriya aloziya Sûriyeyê divê bi gelên herêmê re bê çareserkirin'

Zelox Bekir eşkere kir ku ger aloziya Sûriyeyê bê çareserkirin wê bi gelê Sûriyeyê be û mudaxeleyên ku ji aliyê dewletên derve ve tên kirin tenê ji bo armancên xwe ne û divê hikumeta Şamê vê yekê bizanibe, wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ger çareseriyek ji bo aloziya Sûriyeyê hebe wê bi gelê Sûriyeyê bê çareserkirin ne bi dewletên derve. Em weke Rêveberiya Xweser her dem deriyên me ji bo nîqaş û diyalogên bi hikumeta Şamê re vekirî ne. Hikumeta Şamê divê di serî de bizanibe ku mudaxeleyên dewletên derve ji aloziya Sûriyeyê re ne ji bo çareseriyê ye tenê ji bo berjewendî û armancên xwe ne. Tenê wê gelê Sûriyeyê bi diyalogan aloziyên xwe çareser bikin. Ji ber vê yekê divê zext li hikumeta Şamê were kirin ku dev ji siyaseta xwe ya dorpêçê berde. Berxwedana ku gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin ji bo derxistina hêzên dagirker ji xaka Sûriyeyê û rizgarkirina wê ye."