Îsrail 90 roj in êrîşî Xezaye dike

Êrîşên Îsrailê ên li ser Xezayê daye destpêkirin 90 roj li pey xwe hişt. Ofîsa ragihandina hikumetê li Xezaye ragihand ku di vê navberê de Îsrail li dijî Xezayê zêdeyî 45 hezar fuze, bomba bikaraniye.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsrailê li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmehê heta niha destpêkirî, berdewam dike. Di êrîşan de heta niha 22 hezar û 313 Filistinî jiyana xwe ji dest dan, 57 hezar û 296 Filistinî birindar bûn. Di daxuyaniya nivîskî a Ofîsa ragihandina hikumetê yali Xezayê diyarkir ku bi balefirên şer ên Îsrailê, di dema şerê berfireh ê qirkirinê li dijî Zîvala Xezayê zêdeyî 45 hezar fuze û bombe avêtine. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku hînek ji van bombeyan di giraniya tonek teqemenî de ye û wiha hate gotin: “Dewleta dagirker bi zanabûn hemû qadên bicihbûnê topbaran kir.”

‘Hêjmara teqemeniyên ku Îsrail bi karaniye 65 hezar ton derbas kiriye’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku hejmara teqemeniyên ku Îsrailê li dijî Xezayê bikaraniye 65 hezar ton derbas kiriye û wiha hate gotin: “Ev bombe ji bombeya nukler a ku avêtine bajarê Hiroşima a Japanya bi hêztir û girintir e.” Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kir ku fuze û bombeyên ku avêtine Zîvala Xezayê ji sêyan dû bûmbeyên bixetane û wiha hate gotin: “Bi karanîna van bombeyan belgeya ku bi bê mafî tên kuştine, hiqûqa navnetewî û hevkariya cûda ên navnetewî bi eşkere binpêkirine.”

‘9 cûrên bombe û fuzeyên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin bikaranîn’

Di daxuyaniyê de bal kişand ku hatiye belgekirin ku Îsrailê 9 cûrên bombe û fuzeyên ku di qada navnetewî de hatine qedexekirin bikaranîn û bang li rêxistinên navnetewî kir ku êrîş were rawestandin û got: “îsrailê di êrîşên ku 89 rojan berdevam kirî de li dijî sivil, zarok jinan şerê qirkirinê dide meşandin rawestîne.”

Derdora nexweşxaneya Emel topbaran kirin

 Xaça Sor a Filistinê ragihand ku tangên Îsrailê derdora nexweşxaneya Emel a li bajarê Xan Yûnisê ku dikeve aliyê Başûrê Zîvala Xezayê bi topan topbaran kir. Diyarkirin ku bi fikarin ku cardin êrîşa li dijî nexweşxaneya Emel dûbare bike.

UNICEF bal kişad ser metirsiya birçîbûnê

Dîrektorê Îcra ê UNICEF Catherine Russell di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal dayî de bal kişan ser zêdebûna metirsiya birçîbûnê û bi sedhezaran kes di demek nêz de wê kêmaniyek cidi ya tîmarbûnê jiyan bike û wiha hate gotin: “Dem kêm dibe, gelek zarok di halê hazir de wê rû bi rûyî bêxûranê bin.” Catherine Russell diyarkir ku hinek zarok bi metirsiya mirinê re rû bi rû bibin û da zanîn ku wê destur nede ev pêkwere.

 NY: Bi zorê şandina Xezayiya sucê qirkirinê ye

Raportorê Taybet  yê Mafê bicihbûnê ê Netewên Yekgirtî Balakrihnan Rajagopal da zanîn ku Îsrail ji bo Filistiniyên ku li Zîvala Xezayê jiyan dikin bişînin bi henek welatan re muzakereyên veşartî kirine. Balakrihnan Rajagopal di daxuyaniya ku li ser medyaya dijîta dayî de wiha got: “Bi zorê şandin bi teybet ji ber hejmara zêde ya zarokan qirkirin e. Rayedarên Kango û welatên din ên ku van gelan qebul dikin, sucê alîkariya qirkirinê dikin.”

Wezîrê Ewlehiya Netewî ê Çepgir ê Îsrailê Itamar Ben-Gvir û Wezîrê Darayî Bezalel Smotrich di daxuyaniya dayîn de destnîşan kiribûn ku çareseriya herî baş Filistinê ji Xeza ‘bi xwestek koçbikin’ e.