Îran 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da aktivîsta siyasî Mehnaz Tarrah

Şaxa 26’emîn a Dadgeha Devrîm a Tahranê 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê da aktivîsta siyasî a girtî Mehnaz Tarrah.

Navenda Nûçeyan- Oparasyona berfireh a hikumeta Îranê li beramberî serhildaan ‘Jin Jiyan Azadî’ ku li paytexta Tahran a Îranê ku bi qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê 'polîsên exlaqê' ve detspêkirî berdewam dike.

Şaxa 26’emîn a Dadgeha Devrîm a Tahranê 3 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li aktivîsta siyasî a li girtîgeha Evîn girtî Mehnaz Tarrah bi îdeaya ‘bi armanca sûckirinê komplokirin’, ‘Li dijî rejîmê piropaxanda’ birî. Bi erêkirina ceza ji aliyê dadgeha Temyizê ve Mehnaz Tarrah wê 3 salan girtî bimîne.

Mahnaz Tarrah, li Tahranê di kolenekê de dî dîroka 22’ê Mijdara 2023’an de ji aliyê polîsên Îranê ve hatibû girtin. Derbarê Mahnaz Tarrah ku di 3’ê Kanunê de neqlî qawîşa 209 a girtîgeha çengê giştî a navenda binçavkirina îstixbaratê ji aliyê Şaxa 3’emîn a Dozgeriya girtîgeha Evînê ve di Kanuna 2023’an de doz lê vekirîbû.