Ji bo sê jinên siyasetmedar ên hatin qetilkirin daxwaza lêkolîna Meclîsê

Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu ji Wezîrê Edaletê ê Tirkiye pirskir ku “Kujerên sê jinên siyasetmeda ên ku li Silopî hatin qetilkirin kîne? Tevî ku li ser komkojiyê 8 sal derbas bûne çima kujer nehatine dîtin?”

Navenda Nûçeyan- Parlementera Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu ji bo kujerên sê jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiya a Şirnexê hatin qetilkirin derbikeve holê û bûyer bi hemû aliyan were lêkolînkirin xwest ku Meclîs Lêkolîn bike. Halîde Turkoglu derbarê qetilkirina 3 siyasetmedaran de bi daxwaza bersîvdana Wezîrê Edaleyê Yilmaz Tunç pêşnumepirsyara pêşkêşî meclîsê kir.

‘Jinên ku têkoşîn dikin bi tundiya mêr dewlet re rû bi rû dimîne’

Halîde Turkoglu di pêşnûmepirsyarê de ev tişt got: “Jinên ku li dijî tundiya dijî jinê têkoşîn dikin, li dijî şer aştiyê diparêzin, li dijî dîktatoriyê dest ji demosrasî, wekhevî û azadiyê bernadin, jinên ku li her cihê ku lê ye  siyasetê didin meşandin, jî dîrokê ve bûye hedefa desthilata mêr. Li kudera cîhanê dibe bila bibe jinên ku vê têkoşînê didin, bi tundiya mêr dewlet re rû bi rû dimînin û rastî suîqestan tên.”

Halîde Turkoglu di pêşnûmepirsyarê de xwest ev pirs werin bersîvandin:

“* Kujer-kujerên Sêvê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Uyar kîne?

* Tevî dizanin ku bi giranî birindar bûne çîma ambulans piştî saetan çû?

* Zanyariya tevî ku li cihê jinên Kurd ên siyastemedar birindar bûne ambulans xwestine û Wezir dizane, li cihê bûyerê hê ambulans neçûyî cardin bi guleyan êrîş kirine raste?

* Tevî ku li ser komkojiyê 8 sal derbas bûye çima kujer nehatine dîtin?

* Di rapora otopsî de fîşekên ku di bedena jinan de li holê ye, çima xwediyê van fîşekan dernaxin holê? Wezareta we dizane ev fîşek ji kijan çekê derketiye? Ma nayê dîtin ku ka kê ev çek bikaraniye?

* Lêkolîna doza jinên siyasetmedar ên Kurd di kîjan qonaxê deye? Hejmara kesên ku ji vê dozê tên darazandin çende?

* Ji bo ronîkirina komkojiya Silopî wê hewildanek a wezareta we çêbibe?”