Gelê Idliba dagirkirî zivistanê di mercên zehmet de derbas dike

Jinên li Idliba dagirkirî ku ji ber krîza aborî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin, ji bo xwe germ bikin neçar dimînin karton, naylon û plastîkên ku zirarê didin mirov bişewitînin.

HADEEL Al-OMAR

Idlib – Li bajarê Idlibê yê Sûriyeyê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên HTŞ’ê yên girêdayî wê de ye; gel demên zor û zehmet derbas dike. Bi krîza aborî ya her roja diçe zêde dibe re, kes nikare tiştek bikire. Şêniyên Idlibê zivistanê di nava sermayê de derbas dikin.

Ji ber bihayê zêde, gelê li Idlibê dijî, nikare mazotê bikire loma ji bo xwe germ bikin karton, naylon, plastîkên li derdorê berhev dikin û dişewitînin. Ev rewş jî li ser tendirustiyê xeterên mezin çêdike.

‘Sal bi sal zivistan dijwartir derbas dibe’

Hayat Al-Jaddou, ya Idlibê dijî got ku ji ber bihayê şewateyê îsal zêde bûye û di nava civakê de kesên xizan jî zêde ne, neçar dimînin, karton, naylon û plastîkên ku zirarê didin tendirustiyê bişewitînin. Hayat Al-Jaddou, diyar kir ku ew pênc sal li kampê maye û wiha domand: “Beriya jiyana li kampê ez li gundê Xas ê li başûrê Idlibê dijiyam. Em ji cih û warê xwe hatin derxistin. Her sal demsala zivistanê ji ya din dijwartir derbas dibe. Mercên zehmet didomin û tu pêşketinek erênî di jiyana me de çênabe. Saziyên alîkariyê ji bo em zivistanê xwe germ bikin nikarin baş alîkariyê bikin. Bihayê her tiştî pir zêde ye û em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin.”

Ji ber plastîkên ku şewitand çar zarokên wê nexweş ketin

Rana Al-Bekir a 37 salî yek ji wan jinên ku ji warê xwe hatiye derxistin e, çar zarokên wê nexweşên bêhngirtinê ne. Rana Al-Bekir diyar kir ku ji bo zivistanê xwe germ bikin neçar dimînin tiştên plastîk bişewitînin û wiha domand: “Ez mehên zivistanê neçar dimînim madeyên plastîk ên ku zirarê didin mirov bişewitînim. Ji ber wê zarokên min bi nexweşiya bêhngirtinê ketin. Ez her dem wan dibim nexweşxaneyê. Ez dizanim ku ji ber tiştên dişewitînim ez û zarokên xwe nexweş dikevin lê di kona kanvas de wekî din em nikarin xwe germ bikin. Ne tenê ez, her kesê li kampê di heman rewşê de ye. Malzemeyên ku em ji bo germkirinê bi kar tînin, bêhna wan pir xirab e. Mercên me yên jiyanê pir zehmet in û em tu piştgiriyê nagirin. Zarokên me her dem nexweş dikevin. 6 sal in ji cih û warê xwe bûme. Ji wê rojê ve heta niha em heman pirsgirêkê dijîn û em êdî nikarin tiştek bikirin.”

‘Şewitandina malzemeyên xirab dibe sedema nexweşiyên cidî’

Pispora pediatriyê Hanadî Al-Tamah jî got ku bi taybetî bi hatina zivistanê re nexweşiyên weke sermagirtin, enfeksiyonên şewbê, ên qirik û guh zêde dibin û wiha axivî: “Gazên bi jehrî û dûmana wan a ku zirarê didin qirika mirov, bi taybetî li ser zarokan bandorê çêdike. Şewitandina malzemeyên plastîk rê li ber pirsgirêkên mezin vedike. Niha jixwe krîza aborî jî heye. Bihayê her tiştî her roj zêde dibe û mirov nikarin tiştek bikirin. Îcar jinên ku ji cih û warê xwe hatine derxistin ji vê rewşê duqat zirarê dibînin.”

Dibe ku gelek zarok ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest bidin

Koma Koordînatorên Mudaxeleyê yên Sûriyeyê jî der barê mijarê de wiha gotin: "Ji ber sermaya zêde em ditirsin ku hejmara zarok û extiyarên jiyana xwe ji dest bidin zêde bibe. Sala par di mehêb zivistanê de gelek zarokan jiyana xwe ji dest dabûn. Mirovên ku ji cih û warê xwe bûne, ji bo xwe germ bikin neçar dimînin plastîkan û medeyên bi wî rengî ji derdorê berhev bikin û bişewitînin. Ev rewş bi taybetî ji bo extiyar û zarokan, dibe sedema nexweşiyên bêhngirtin û qirikê.”