Sîxurê emniyetê Mûsa Sevîm çima nayê girtin?
Mûsa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kir û pişt re gef li heval û malbata wê xwar, tevî mehek di ser bûyerê re derbas bûye jî nehatiye girtin.

Amed - Meryem Sevîm di 12'ê Mijdarê de li kafeyek navçeya Kayapinarê, ji aliyê Mûsa Sevîm ê ku berê hevaltî pê re kiribû ve bi çekê hat qetilkirin. Tevî mehek di ser bûyerê de derbas bûye jî kiryar Mûsa Sevîm hê nehatiye girtin. Di dosyaya ku di çarçoveya lêpirsînê de hat vekirin de jî biryara nepenîtiyê berdewam dike.
Li gorî îdiayan Mûsa Sevîm bi emniyetê re xebitiye, berê demek çûye Kobanê yan jî hatiye şandin, piştî vegeriyaye ji polîs re muxbîrî kiriye û madeyên hişbir bi kar aniye û difiroşe. Ev îdia pirsa gelo ‘Mûsa Sevîm jî wek kiryarê tecawiz û qetlîamê Mûsa Orhan tê parastin’ tîne aqlê mirovan.
'Em ê dengê xwe bidin bihîstin'
Xwişka Meryem Sevîm Hulya Kurmuş a ku em der barê mijarê de axivî, wiha got: “Kujer Mûsa Sevîm ev mehek e nehatiye girtin. Çawa dibe ev kujer mehek nayê girtin? Kujer mehek e li derve ye. Ji bo were çi pêwîst be em ê bikin û bêdeng nemînin. Kujer hê jî di navbera me de ye, ve yekê ji bîr nekin. Em tenê edaletê dixwazin. Piştî qetilkirina xwîşka min gelek xemsarî hat jiyîn. Em dixwazin ev biryara nepenîtiyê bê rakirin û her tişt derbikeve holê.”
Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Amedê ku şopdarê dozê ye, diyar kir ku der barê mijarê de gelek caran bi dozger re hevdîtin pêka nîne lê her car bersiva 'Niha tu pêşketin nîn e, hê jî rewş eynî ye.’ girtine. Parêzeran diyar kirin ku ji ber biryara nepenîtiyê naveroka dosyayê nizanin, ragihandin ku yekane tişta der berê lêpirsînê de hîn bûne, agahiya girtina du kesan e.