Malbata Şenyaşar 645 roj in Nobeta Edaletê didomîne

Nobeta Edaletê ya ku Emîne Şenyaşar a hevjîn û 2 kurên wê hatin qetilkirin, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re didomîne, 645 roj in berdewam dike.

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’ê de li ber Edliyeya Rihayê da destpêkirin di roja 645’emîn de didome. Dayika Emîne ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikaribû tevli nobetê bibe, tenê Ferît Şenyaşar nobetê didomîne. 

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kir: “Dibe ku kesên komkujî pêk anîn xwe li pişt hêza siyasî veşêrin û bihêz xuya bikin. Li dijî vê; gel bi me re ye, wijdan bi me re ye, rêxistinên hiqûqê bi me re ne. Hêza siyasî demkî ye lê dewlet û gel her dem hene. Nobeta me ya edaletê di roja 645’an de ye...”