Li Îran’ê serhildan didomin

Tevahiya şeva borî jî çalakiyên hemwelatiyên Îran û Rojhilat li dijî rejîma Komara Îslamî berdewam bû.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilat serhildan didomin. Gel tevahiya şeva borî qadan terk nekirin.

Li bajarên Rojhilat, Sine, Kirmaşnaş, Saqiz, Mehabad, Urmiye û Dîwanê dîsa xwepêşandan hebûn. Li bajarên Shabad, Qarouh, Bane, Bukan û Merîwanê avahiyên aîdê ajanên-basic yên Îranê, pankart û alayên aîdê hikûmetê hatin şewitandin. Çalakvanan sirûdên ku daxwazên wan yên şoreşê dike, ji seyareyên xwe bi hoparloran bilêv kirin.

Li bajarên Îranê, di serî de li paytext Tehran, Îsfehan, Meşhed, Rudsar, Bender Abbas, Buşehr, Fuman, Karac, Gîlan, Ehwaz, Sarî, Mazenderan, Tebrîz, Kahkilouyeh û Boyer Ehmed, Kerman, Kazwîn, Şîraz û Zencan bi vedana barîkatan çalakî hatin kirin. Di xwepêşandanên nerazîbûnê de daxwaza rawestandina cezayê îdamê kirin, hat daxwazkirin ku rejîm xwe ji bajaran vekîşine.