Jinên Minbicê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar dixin
Jinên Minbicê yên ku dixwazin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe ew ê li ser piyan bin.

Minbic – Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi koordîneya Akademiya Civaka Demokratîk a Minbicê, Komîteya Tenduristiyê û Meclisa Dada Civakî re, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh çalakiya konê da destpêkirin. Jinên Minbicê yên beşdarî çalakiya konê bûn diyar kirin ku heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan ew ê çalakiya xwe bidomînin. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em dixwazin parêzer rasterast bi Rêber Ocalan re hevdîtinê pêk bînin" hat vekirin û gelek welatiyên Minbicê tevli bûn.
‘Divê êdî bi fizîkî azad bibe’
Berdevka Însiyatîfê Asya El Hisên got; “Em ji parêzer û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) daxwaz dikin ku der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyeke fermî bidin. Bi taybetî di vê dema hesas de ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan em dengê xwe bilind dikin. Weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêwîstiya me bi rêberiya Rêber Ocalan heye. Em weke gelên ku fikir, berxwedan û îradeya Rêbertî nas dikin, ji wî hêzê digrin û heta bi fizîkî azad nebe em ê çalakiyên xwe bidomînin.”
'Ji pirsgirêkan re bû çareserî'
Endama Rêveberiya Akademiya Civaka Demokratîk Neqşiye Xelîl jî got; “Rêber Ocalan ji bo hemû pirsgirêkên girîng ên Rojhilata Navîn bûye çareserî. Komployê, projeya Rêbertiyê neda sekinandin. Bi kûrkirina fikrên Rêber Abdullah Ocalan, heta ku em negihîjin armancên xwe em ê ranewestin.”
'Fikrên Ocalan me gihandin hev'
Rêveberê Akademiya Şehîd Îsmaîl, Qemer Îbrahîm jî got; “Armanca me ew e ku em dengê xwe bigihîjînin raya giştî ya navneteweyî bi taybetî CPT û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bişkînin. Ya ku îro me di bin vî konê Minbicê de digihîjîne hev, fikrên Rêber Abdullah Ocalan in.”
Endama Meclisa Dada Civakî Asala Aga jî diyar kir ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan didome li dijî hiqûqê ye.