Shagaig Akbarî ji du serdemên perwerdeyê hat dûrxistin

Dewleta Îranê ji bo ku serhildana ‘Jin, jiyan, azadi’ qels û bêbandor bike, bi taybetî xwendekarên jin hedef digre. Vê carê jî biryar da ku Shagaig Akbarî du serdem ji perwerdeyê dûr bixe.

Navenda Nûçeyan- Li Tehranê sala borî piştî ku Jîna Emînî ji aliyê ‘polîsên exlaq’ ve hat qetilkirin serhildana  bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadi’ dest pê kiribû. Dewleta Îranê ji bo serhildanê qels û bêbandor bike werî li hemû rêbazên zextê dide. Di hedefa pêşîn a Îranê de jî xwendekar hene.

Li welat herî dawî xwendekara doktoraya Sosyolojiya Siyaset ya Zanîngeha Tarbîat Modaresê û sekretera Komeleya Zanist û Sosyolojiyê Shaghaig Akbarî cezayê dûrxistina ji perwerdeyê girt. Shagaig Akbarî, bi biryara lijneya disîplînê du serdem ji perwerdeyê hat bêparkirin.