Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê: Bila Lîna Yaqûb vegere ser karê xwe

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê bertek nîşanî biryara Wezareta Turîzm û Enformasyonê ya dûrxistina ji kar a Lîna Yaqûb da û diyar kir ku biryar derbeke li dijî mafê gel ê xwegihandina agahiyan e.

Sûdan – Wezareta Turîzm û Enformasyonê, ragihand ku şefa buroya kanalên El Arabiya û El Hadath rojnamevan Lîna Yaqûb, bi hinceta ‘binpêkirinên pîşeyî yên cidî û dûbare dike’  ji kar dûr xistine û belgeya wê ya çapemeniyê betal kirine. Wezaretê îdîa kir ku hinek nûçeyên Lîna Yaqûb agahiyên xelet û berovajî digre nav xwe, bûye sedem ku hejmarek zêde ya welatiyan bi zorê ji cihên xwe bibin û li dijî hikûmetê sûcên bêbingeh kiriye. Lê belê ev îdîa, ji aliyê rojnamevan û destekvanan ve hat redkirin. Hat îfadekirin ku biryar gavek siyasî yê li hemberî sînordarkirina azadiya çapemeniyê ye.

Di aliyê azadiya çapemeniyê de paşketinek cidî

Sendîkaya Rojnamevanên Sûdanê, biryara Wezareta Turîzm û Enformasyonê ya dûrxistin û betalkirina belgeya çapemeniyê ya Lîna Yaqûb, şermezar kir. Sendîkayê da zanîn ku tevî ku hincetên ku wezaret nîşan dida, ev biryar di aliyê azadiya çapemeniyê de paşketinek cidî ye, destnîşan kir ku bi taybetî dema şertên awarte ku Sûdan di nav de ye li ber çav bê girtin, zirarê dide mafê civakê yê xwegihandina agahiyan. Sendîkayê diyar kir ku ev biryar li dijî standartên navnetewî yên derbarê azadiya îfadeyê de ye.     

Li dijî xebatkarên çapemeniyê, qada tirsê gur dike

Sendîkayê da zanîn ku daxuyaniya fermî ya wezaretê, di astek mezin de derbarê binpêkirinan de belgeyek şênber û mînakên zelal pêşkêş nake, ev jî derî ji bo nêrînên berfireh ên ku gefê li xebatên rojnamevanan dike, vedike. Sendîkayê destnîşan kir ku ji destpêkirina şerê li Sûdanê heta niha qada dijminatiyê li dijî xebatkarên çapemeniyê di asta girîng a zêde bûye de, hê zêdetir gurtir kiriye. Sendîkayê diyar kir ku ev rewş rastiyek xeter ku gefê li ewlehiya rojnamevanan dixwe û kêrhatiya erka bicihkirina belgekirina bûyeran sînordar dike, ava dike.

Berpirsyariya rayedaran hate bibîrxistin

Sendakayê di daxuyaniya xwe de got ku pêkanîna ewlehiya rojnamevanan û parastina azadiya pîşeyî berpirsyariya bingehîn a rayedaran e. Sendîkayê bang li Wezareta Turîzm û Enformasyonê ya Sûdanê kir ku tavilê biryara ji dûrxistina kar û betalkirina belgeya çapemeniyê ya Lîna Yaqûb bê şert paşde vegerîne. Her wiha daxwaz kir ku demildest dawî li hedef nîşandana rojnamevanan bînin.

Di daxuyaniyê de bang li hemû rêxistin, saziyê herêmê û navnetewî yên girêdayî azadiya çapemeniyê û rojnamevanan kirin ku piştevaniya Lîna Yaqûb bikin, li gel rojnamevanên Sûdanê cih bigrin û ev biryar paşde were vegerandin. Di heman demê de hat xwestin ku mafê gelê Sûdanê yê xwedîbûna çapemeniya azad bê parastin.