Jinan xwest zagona malbatê li gorî destûra bingehîn a Mexribê be

Di konferansa ku bi beşdariya akademîsyen û aktivîstên mafên mirovan û siyasetmedaran ji aliyê Koordînasyona Jinan a Guherîna Bingehîn ve li ser zagona malbatê li Rabatê hat lidarxistin de rola parlamentoyê hat nîqaşkirin.

HENAN HARÊT

Mexrib – Li Mexribê daxwazên jinan her diçe zêdetir dibin, komek jinên aktivîst, daxwaz ji parlamentoya Mexribê kirin ku zagona malbatê ya wekheviyê dixe bin temînatê û mafan biparêze derbixe.

Koordînasyona jinan duh li baroya parêzeran a li Rabatê bi sernavê ‘Rola derxistina qanûnê di derxistina zagona malbatê li gorî navneteweyî û destûra bingehîn’ koferansek li dar xist. Di konferansa ku di vê dema civak derbarê nîqaşên li ser zagonan de didomin de hat lidarxistin de, aktivîstên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, akademîsyen û nûnerên civaka sivîl hatin ba hev.

Beşdarên konferansê, diyar kirin ku li ber çavgirtina zagona malbatê ne tenê pirsgirêkek hiqûqî ye, di heman demê de pirsgirêkeke civakî û bi pêvajoya pêşketinê ve girêdayî ye. Di konferansê de pêvajoya pêşketina mewzûata malbatê ya li Mexribê di ber çavan de hat derbaskirin. Di Zagona Statuya Kesane ya di sala 1957’an de piştî serxwebûnê derket de, di sala 1993’an de bi ketina du jinan a parlamentoyê, guherînên ku hemwextî hatin kirin. Heta zagona malbatê ya di sala 2004’an de hat qebûlkirin û li gorî zagonên berê, pêşdaxwaziyê qebûl dike lê belê bi taybetî di mijara zewaca zarokan de rastî zoriyên pêkanînê dibin. 

Bal hat kişandin ku tevî pêşketinên ku bi zagona di sala 2004’an de çêbûne jî di hinek mijaran de xirab tê bikaranîn, bûyerên hevberdanê her diçe zêdetir dibin. Hat diyarkirin ku parêzvanên mafên jinan ji ber vê rewşê bi fikar in. Her wiha Makezagona Mexribê ya di 2011’an de û ji bo rakirina dudiliyên di Peymana Pêşîgirtina Hemû Awayên Cudakariya li Dijî Jinan, de berpirsyarî dane parlamentoyê ku di warê makezagon û zagonên bi referansên navneteweyî re lihevkirî ne derxe.

‘Berpirsyariya mezin dikeve ser parlamentoyê’

Berdevka Koordînasyonê Atîfe Temcerdîn wiha got: “Em di kêliyên dîrokî de ne û berpirsyariyek mezin li beramberî jin û zarokên li Mexribê dikeve ser parlamentoyê. Li gorî koordînasyonê, erka bingehîn, derxistina zagonên adilane ye, yên wekheviyê diparêzin û her cure cudakariyên li dijî jinan ji holê radikin. Êdî pirsgirêk ne guherîna zagoneke hêsan e, pirsgirêka edalet û rûmetê ye. Me berê jî muxtirayek berfireh têkildarî rakirina hemû cûrê îstisnayan ku ziyanê dide mafê jinan û wekheviya tam a mîrasê di zewac, hevberdan û parastina zarokan de pêşkêş kir. Ev daxwaz ne tenê daxwazên siyasî ne, bendewariyên tevgerên jinan û hemû civaka sivîl diteyîsînin. Bendewariyên me ji parlamentoyê, bersiv didin van daxwazan, berpirsyariya navneteweyî û destûra bingehîn a Mexribê ew e, veguherin zagonek aktîf û bi vî awayî mafan biparêzin, wekheviyê pêk bînin.”

‘Em dizanin em ê rastî zoriyan werin’

Atîfe Temcerdîn axaftina xwe wiha domand: “Em dizanin di pêvajoya derxistina zagonan de em ê rastî zorî û surprîzan werin lê belê ev rewş, tevgera derxistina zagonan, li gorî pêwistiyên kêliyên dîrokî berpirsyariya pêşvebirina nîqaşan kêm nake. Reform parçeyek ji projeya civakî ji bo avakirina civakek wekhev û adilane ye.”  

Konferans bi nirxandina reforma zagona malbatê, testek rast a dilsoziya mafên jin û zarokên Mexribê û nîqaşên parlamentoyê her wiha destekftiyên zagonê wê veguherin rastiyek şênber e yan na, yan jî wê di siya teng a hesabên çandî û siyasî de bimîne yan ne bi dawî bû.