Pevçûnên li Sûdanê: Di 6 mehan de zêdetirî 3 hezar kes mirin
Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de di nava 6 mehan de bû sedema qetilkirina herî kêm 3 hezar û 384 sivîlan.

Navenda Nûçeyan – Sûdan, ji Nîsana 2023’an vir ve ji ber pevçûnên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de qeyranekî mirovî ya mezin dijî. Ev rewş, welat xistiye di nava yek jî qeyranên herî xirab ên salên dawî de û bû sedema hilweşîna tevahî xizmetên bingehîn û koçberbûna bi mîlyonan sivîlan.
Komîseriya Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî roja Înê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku pevçûna domdar ên li Sûdanê di 6 mehên sala 2025’an de bûye sedema qetilkirina herî kêm 3 hezar û 384 sivîlan û hişyarî da ku wê qeyrana mirovî hê kûrtir bibe.
Komîseriyê, da zanîn di sala 2024’an de piraniya mirinên sivîlan li herêma Darfûr a rojavayê Sûdanê, herêmên başûrê Kordofan û paytext Xartûmê pêkhatiye. Ev 3 herêman ji sedî 80’ê tevahî mirinên sivîlan ên sala 2024’an pêktîne û ev hejmara gihişt 4 hezar û 238’an. Lêbelê, destnîşan kir ku hejmara rasteqîn zêdetir e. Komîseriyê, diyar kir ku ji sedî 70’ê mirinan di encama pevçûnan de pêkhatiye û destnîşan kir aliyên şer li dijî niştecihbûnên sivîlan êrîşên cûrbecûr pêk anîne.
Zêdetirê 990 sivîlan ji derveyî şer bêyî qanûnî hatine qetilkirin
Di heman demê de, hate tomarkirin ku di dema pevçûnên domdar ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de, zêdetirê 990 sivîlan ji derveyî şer bêyî qanûnî hatine qetilkirin û hinek sivîlan jî bi înfazên kolanan hatine qetilkirin. Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku ji bilî êrîşên domdar ên li dijî tesîsên tenduristiyê, bazar, binesaziya av û enerjiyê û karwanên alîkariya mirovî, zêdetirê 30 xebatkarên alîkariya mirovî û tenduristiyê hatine qetilkirin û hinek jî rastî êrîşên rasterast hatine.
Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî û rayedarên herêmî, ji destpêka pevçûnê di Nîsana 2023’an vir ve, zêdetirê 20 hezar kes jiyana xwe ji dest dane û 5 milyon kes ji cih û warên xwe bûn anjî reviyan derveyî welat. Li gorî lêkolîna zanîngehên Emerîkî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane wekî 130 hezar kes tê texmîn kirin.
Rapora, nîşan didin ku herdu aliyên pevçûnê jî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên mîna înfazên kolanan, tundiya cinsî, êrîşên li ser saziyên tenduristiyê, bazar û binesaziyê, pêkanîne. Her wiha pevçûnan bûye sedema hilweşîna aborî ya berfireh û kêmbûna xurek û pêdiviyên bijîşkî û ev yek jî bûye sedema zêdebûna birçîbûn û nexweşiyan.