Xizmên Windayan li aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn
Şaxa ÎHD a Amedê û xizmên windayan di hefteya 867'emîn a çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de li aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn.

Amed – Şaxa ÎHD a Amedê û xizmên windayan ji bo hefteya 867'emîn a çalakiyên "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan kom bûn.
Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr û xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran wêneyên windayan hilgirtin. Pankarta ku wêneyên windayan li ser hat vekirin. Vê hefteyê, li aqûbeta Îbrahîm Gundem ku di 25'ê Îlona 1991'ê de li gundê Qenderhel ê navçeya Hezro ya Amed hat binçavkirin û windakirin, hat pirsîn.
Çîroka Îbrahîm Gundem ê windabûyî ji aliyê endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş ve hat xwendin. Çîrok wiha ye: "Îbrahîm Gundem di sala 1952'yan de li gundê Qenderhelê yê navçeya Hezro ya Amedê ji dayik bûye. Zewicandî bûye û neh zarokên wî hene. Ew û malbata xwe li gundê Qenderhelê yê navçeya Hezro bi çandinî û xwedîkirina ajalan debara xwe dikirin. Di 25'ê Îlona 1991'ê de, li derdora saet 1:00'ê şevê, mala bavê wî Ahmet Gundem ê ku li gund dijiya, Serheng Kenan Şahîn û komeke leşkerên pê re avêtin ser mala wî. Di dema serdegirtinê de, kurê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Piştî ku jê re hat gotin ku ew ê sibê were berdan, Ahmet Gundem çû qereqolê û li kurê xwe Îbrahîm Gundem pirsî, lê jê re hat gotin, 'Ew nehatiye binçavkirin.'"
Neçar ma ku bi 15 endamên malbata xwe re koç bike
Piştre Ahmet Gundem hewlên xwe ji bo dîtina kurê xwe Îbrahîm berdewam kir. Ew çû Dozgeriya Komarê ya Hezroyê. Dozgeriyê ew dîsa şand qereqola polîsan. Piştre Ahmet Gundem daxwaznameyeke fermî ya din pêşkêşî qereqolê kir. Lê belê, tu ji daxwazên wî nehatin bersivandin. Vê carê, ew çû Walîtiyê da ku li çarenûsa kurê xwe bipirse. Walîtiyê telefonî qereqolê kir û qereqolê got, 'Me ew nebiriye.' Piştre ew çû Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Bajêr, li wir heqaret lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin û gotin, 'Hûn dewletê sûcdar dikin; dewlet tiştên wisa nake.' Ahmet Gundem hewlên xwe berdewam kir da ku bibêje kurê wî demeke dirêj di bin çavan de ye û winda ye. Lêbelê, di vê heyamê de, ew rastî gefên din hat. Di 15'ê Sibata 1993'yan de, Ahmet Gundem ku xaniyê wî ji aliyê leşker û cerdevanan ve hatibû şewitandin, neçar ma ku bi 15 endamên malbata xwe re koçî navenda Amedê bike. Dayika Îbrahîm Gundem, Meryem Gundem, bi salan li benda xeberekê ma. Mixabin, mîna Berfo, Fatma, Elmas, Asiye û Arîfe, Meryem bêyî ku bigihên zarokên xwe, koça dawî kir."
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.