Sempozyûma Cezayîrê: Divê medya piştgiriya doza Filistînê bike

Di sempozyûma ku li Cezayîrê di çarçoveya "Çalakiya 16 Rojan" de hat lidarxistin de, bal li ser sûcên şer ên ku Îsraîlê li dijî jinên Filistînî pêk tîne hat kişandin û bang li medyayê hat kirin ku bi hemû amûrên xwe piştgiriyê bidin doza Filistînê.

NECWA RAHIM

Cezayîr – Komeleya Jinan a Cezayîrê di çarçoveya kampanya "16 Rojên Çalakiyê" de sempozyûmek li dar xist. Di sempozyûmê de behsa tundiya li ser jinan di çapemeniyê de û nûnertiya jinên Ereb di çapemeniyê de hatin kirin. Di sempozyûmê de ji Yekitiya Giştî ya Jinên Filistînê Tatîana El-Basiûnî bi sernavê "Jinên Filistînî û Qirkirin" pêşkêşiyek kir.

'Divê medya bi hemû amûrên xwe piştgiriyê bide gelê Filistînê'

Tatîana El-Basiûnî bal kişand ser dîroka têkoşîna gelê Filistînê û wiha got: “Êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê sûcê mirovahiyê ye. Em bi vê sempozyûmê hewl didin sûcên şer ên li dijî jinên Filistînî û têkoşîna wan ronî bikin.” Tatiana El-Basiûnî da zanîn ku peymanên navneteweyî yên ku prensîbên wekhevî, maf û hiqûqê dihewîne, nayên bicihanîn û got:

“Sazî û dezgehên sivîl ên ku li qada navneteweyî kar dikin, nikarin alîkariya pêwîst bidin gelê Filistînê. Her wiha hiqûqa navneteweyî helwesta xwe ya li hemberî dagirkeran dernexistiye holê. Em bang li medyayê dikin ku bi her awayî piştgirî bidin doza Filistînê da ku gel bigihîje hemû mafên xwe, bigihîje azadiya xwe û mafê avakirina dewletek serbixwe. Gelê Filistînê xwedî maf e ku çarenûsa xwe diyar bike."

'Çapemeniya rojava îmaja nebaş a jinên Ereb diafirîne'

Hîndekara Dibistana Neteweyî ya Rojnamegerî û Medyayê ya Cezayîrê Buhari Malika Meriem, diyar kir ku tundiya li ser jinan çawa di hemû kanalên çapemeniyê de tê dubarekirin. Buharî Malîka Merîem bal kişand ser wêneya xirab a ku medyaya rojava derbarê jinên Ereb de çêkiriye û wiha got: “Jinên Ereb weke koleyên zayendî û fîzîkî tên nîşandan. Ev feraseta li dijî jinên Ereb xwe dispêre fikrên oryantalîzmê ku ji aliyê gelek nivîskarên rojavayî ve hatine avakirin. Berhemên hevpar ên sînemayê jî têkoşîn, destkeftî û daxwazên jinên Ereb nîşan nadin."