‘Sedema zêdebûna qetilkirina jinan desthilatî ye’

Çalakvana mafên jinan Ala Kemal diyar kir ku tevî çalakiyên jinan û nêzbûna 8’ê Adarê, jin her tim ji bo bidawîkirina qetilkirinan û tundiya li dijî jinan têdikoşin û got ku sedema zêdebûna qetilkirina jinan, desthilatî ye.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Li bajarê Silêmanî ya herêma Federe ya Kurdistanê çalakvanên jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li dijî fikrê paşverû û newekheviya heyî, tundî û qetilkirina jinan, çalakiyên cûr be cûr lidar dixin û hewl didin jin û civakê hişyar bikin.

Çalakvana mafên jinan Ala Kemal diyar kir ku di 8’ê Adarê de çalakvanên jin çalakiyên xwe zêde kirine û wiha got: “Tevî hebûna astengiyên yasayî û derûnî ku jinên herêma Kurdistanê di sala 2024’an de  lê rast hatine, jin li herêmê bi taybetî girîngî didin 8’ê Adara 2025’an. Tevî  zêdebûna qetilkirina jinan û guherîna zagona Rewşa Kesane ya Îraqê, em jin û tevahî çalakavanên li bajarê Silêmaniyê, amadekarî ji bo 8’ê Adara îsal dikin. Her wiha emê di 8’ê Adarê de meşek girseyî heta Baxê Dayîk a bajarê Silêmanî lidar bixin û em ê peyamên xwe bînin ziman.”

‘Çalakiyên hişyariyê didomin’

Ala Kemal destnîşan kir ku berpirsê zêdebûna daneyên qetilkirina jinan, desthilatî ye û wiha pê de çû: “Çalakiyên ji bo hişyarkirina civakê, didomin. Lê belê tundî û şêwazê qetilkirina jinan jî didome. Heta ku planek desthilatê ya zanistî ji bo pirsgirêkên jinan û civakê tunebe, ewê pirsgirêk her tim zêde bibin. Divê rêxistinên zagonî û yekrêzî ji bo mafên jinan hebin. Ji aliyê çalakvanan û desthilatê ve ji bo mafên jinan divê hewl bê dayîn. Nebûna zagonên ji bo cezakirina kujerên jinan, rê ji pirsgirêkan re xweş dike. Her wiha guherîna zagona Rewşa Kesane li Îraqê, berdewamiya zagonên çeteyên DAIŞ’ê ne. Bi riya van zagonan jin wê rastî qetilkirin û tundiyê werin.”

‘Pêwîstî bi yekbûna jinan heye’

Ala Keman di dawiya xaftina xwe de destnîşan kir ku qetilkirina jinan ji ber xirabûna rewşa aborî ya li herêma Kurdistanê û hebûna fikrên paşverû yê sermayedaran a li herêmê ye û wiha got: “Li herêma Kurdistanê pergala sermayedar serdest e. Ji derveyî wê beşek hemwelatiyan rastî zextên pergala sermayedar tên. Divê yekbûna jinan a di nava rêxistinan de hebe û jinên herêmê ber bi aramiyê ve bibin.”