Mêrên Kurd û Sûryan: Têkoşîna jinan em jî ji koletiyê rizgar kirin

Pêkhateyên mêr yên bajarê Hesekê destnîşan kirin ku jinan roja jinan a cîhanê tenê bi 8’ê Adarê sînordar nehiştine û gotin “Jinê her rojek ji şoreşê, veguherandiye rojeke cîhanî û tekoşînê. Ne tenê xwe, em jî ji koletiyê rizgar kirin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê-  8'ê Adarê bi qasî ku xwedî dîroka serhildêrî û têkoşerî ye, ji wê zêdetir xwedî dîrokek felsefî û wêjeyî ye jî. Ev dîrok jî li ser bingeha felsefeya hebûn û xwebûna xwezayê ye. Felsefeya Jin Jiyan Azadî ku îro hevgirtinek cihanî ya jinan daye avakirin, mîrasa dîroka 8’ê Adarê ye. Pêkhateyên mêr yên bajarê Hesekê, 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kirin.

‘Ji tekoşîna 8’ê Adarê gelek encamên pîroz hatine bidestxistin’

Fadî Cico ku ji pêkhateyên Suryan e anî ziman ku 8’ê Adarê lêvegerek zanistî û dîrokî ye û wiha got:” Em îro ber bi wesîleyek pir pîroz û watedar ve diçin. 8’ê Adarê rojek xwedî dîrokek girîng e û gerek em her tim lê vegerin da ku em zanebûn û zanista xwe li hemberî zilm û zordariyê bizanibin. Ji bo me ev roj şoreşeke ku em ji gav, serhildan û fikirên wê sûd bigrin. Şoreşa Rojava jî bingeha xwe ji 8’ê Adarê digre û li ser vê bingehê jinê têkoşînek mezin da. Di her qadên civakê de xwedî rol û biryar bû. Encamên tekoşîna bi salan a jinan ku ji 8’ê Adarê em bigrin dest; îro jin şerê feraseta baviksalarî dike û gevên pir serkeftî daye pêş. Li kêleka wê encamên herî girîng sîstema hevserokatiyê ku di hundirê Rêveberiya xweser de hat rûniştandin, di riya vê sîstemê de guhertin û veguhertinek civakî û zanistî hat çêkirin 8’ê Adarê, dîrokek e ku gelek şoreşên ji bo azadî û mafxwestinê di hundirê xwe de hewandiye. Heya gihîştiye şoreşa me ya îro ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jin pêşengtiya vê şoreşê dike da ku jiyanek azad û wekhev ava bike.”

‘Têkoşîna li dijî feraseta zilm û zordariyê didome’

Fadî Cico destnîşan kir ku tekoşîna 8’ê Adarê ya jinan wan derbasî qonaxa avakirinê kiriye û wiha dewam kir:” 8’ê Adarê têkoşîna li dijî zilm û zordarî, her wiha li dijî feraseta baviksalarî ye. Rastî feraseta desthilatdar me jî kiribû koleyên xwe û îro bi pêşegtiya jinê ev feraset hat guhertin. Ji bo wê jin ne tenê ji bo mafê xwe têdikoşin, ji bo avakirina civakek saxlem a li ser fikir û hişmendiyek azad, têdikoşe. Em dibînin çawa jin li hemberî hêza terorê şer kir û fermandariyê dikir. Em jî çûn beşdarî berxwedana Bendava Tişrînê bûn, jinên temen mezin û ciwanan pêşengtî dikirin. Tekoşîna 8’ê Adarê jinan gihand qonaxa avakirinê, li bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke yekem û dîrokî hat avakirin. Sîstema hevserokatiyê ku wekhevî di navbera herdû zayendan de çêkir û her kes ji bo xwe mînak dibîne, lewma em jî dibêjin di pêvajoyek wisa hesas û girîng ne mumkine ku jin di Sûriya nû de were redkirin. Feraseta ku hebûna jinan  li Sûriyeyê qebûl neke, neyê qebûlkirin û li beramberî wê tekoşînek bê hempa dê were maşandin. Ji ber ku yê Sûriyeyê zindî bike, hêz û tekoşîna jina azad e.”

‘Em hêz û cesaretê ji jina fedakar li Bandava Tişrînê digrin’

Usama Mihemed Elî ya Kurd e jî da zanîn ku fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan têkoşîna jinan a dîrokî nû kiriye û wiha got: “Şoreşa Rojava eynika cîhanê ye, di dîrokê de cara yekê jin hemû qadên şoreşê birêve dibe û li dijî feraseta bindestî û desthilatdariyê şer dike. Fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zindîkirinek da têkoşîna 8’ê Adarê ku îro hemû jin bi wî rihî têdikoşîn û şoreşa xwe bi xetên zêrîn didin nivsandin. Li Bendava Tişrînê berxwedaniyek mezin tê meşandin û bi îsrara jinê didome. Jin di wê bendavê de fedekarî dike û şerê gelê şoreşgerî li wê derê zindî dike. Yekemîn kesa sivîl ku li bendavê şehîd ket jin bû, me hêz ji jinan digirt. Ji ber ku jin gihîştiye astekê ku perda tirs û koletiyê çirandiye û ji bo azadiyê her jinek di vê şoreşê de bûye fedaî. Civaka ku jiyana di bin siya jina azad de qebûl neke, ewê zilm û zordariyê bibîne.”

‘Gelê Sûriyeyê bindestiyê qebûl nake’

Usama di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku desthilatdariya ku li Şamê hatiye çêkirin desthilatdariyek radîkal e û wiha got: “Eger em bînin li ser Ola îslamê binirxînin, di dema Hz. Mihemed de jin di qadên leşkerî de xwedî rol bû û mafê azadiya jinê hebû. Feraseta ku hikûmeta nû dixwaze Sûriyeyê pê birêve bibe, dixwaze îslamê reş bike û civakê di şexsê jinan de bide kolekirin. Gelê Sûriyeyê gelek zilm û zor dîtiye, ev feraset û bindestî êdî nayê qebûlkirin”