Jinên gundan bi piştgiriyê dikarin xwe bidin pejirandin
Jinên li gundewarên Sûriyeyê dijîn, xwedî afrînerî û hêz in. Bi dayîna piştgiriyê, dikarin di qadên siyasî, aborî û civakî de cih bigrin û rola xwe di Sûriyeya nû de bilîzin.

LEMÎS NASÊR
Dîmeşq (Şam) – Jinên gundan bi keda xwe di nava civakê de xwedî roleke bingehîn in li Sûriyeyê lê ji gelek tiştan bêpar mane. Bi taybetî di qonaxa rejîma Beasê de. Bi van guhertinên ku li Sûriyeyê rû dane re pirsa rewşa jinan dê çibe derdikeve holê.
Bi rûxandina rejîmê re, jinên li gundan dijîn divê rola xwe di civakê de ji nû ve ava bikin. Tevî kêşeyan, hêz û îradeya wan heye, beşdarî avakirina pêşerojeke nû bibin. Bi şertê ku piştgiriyek baş bigrin û bikaribin potansiyala xwe bi dest bixin bi bandor beşdarî hemû qadan bibin.
'Ji bo pêşxistinê pêwîstî bi avakirina têkiliyan heye'
Endezyar Semîra Ebas a ku li gundewarên parêzgeha Humisê dijî, diyar kir ku ji bo pêşxistina jinên gundan pêwîstî bi diyalogên bi pêkhateyên din re heye û wiha got: "Yekem gavên pêşxistina jinên gundan ew e ku bi pêkhateyên din re têkliyan ava bikin. Danûstandina bi kesên din re û tevlibûna di hawirdorên nû de dê bibe alîkar ku ramanên jinên gundan biguherin û beşdarî avakirina civaka nû bibin."
'Jin afirîneriyên xwe bi pêş dixin'
Li hemberî kesên ku dibêjin ‘jinên li gundan dijîn nikarin beşdarî jiyana siyasî bibin’ Semîra Ebas tekez dike ku jinên li gundan dijîn têkoşer in. Bi hemû pêvajoyên jiyanê yên dijwar re têkoşiyane û di karên çandiniyê de dixebitin. Ev yek jî dibe sedem ku bi wan jinan re afrînerî bi pêş bikeve. Çûyîna jinên gund a bajêr dibe sedem ku jin jêhatîbûna xwe bêhtir keşif bikin. Ew jin dikarin di demek kurt de xwe bi pêş bixin. Ev jî nîşane ye ku jinên li gundan dijîn, dikarin her car bi ser bikevin."
'Jin pêşengên serhildana Sûriyeyê ne'
Semîra Ebas bal kişand ser pêdiviyên jinên gund, bi gelek tiştan heye ku xwe bi pêş bixin û got: "Jinên li gundan, pêwîstiya wan bi serxwebûna aborî heye, bi riya projeyên biçûk û peydakirina derfetên kar. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl jî piştevaniya wan bikin. têkçûyîna rewşa aborî li gundan astengiyan li hemberî pêşketina jinan ava dike. Semîra bang li jinên gundan kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Baweriya min bi we heye. Hûn dikarin guhertinan çêbikin ji ber ku hûn bingeha serhildana Sûriyeyê ne û hûn ê pêşerojek nû ava bikin."
'Pêdivî bi avakirina roleke wekhev heye'
Temara Elî ya ku ji bajarokê El-Mexrama Jor ê girêdayî parêzgeha Humisê ye, der barê rola jinan a di civakê de got ku ji bo pêşxistina rola jinan di nava civakê de divê pêwîstiyên wan ên jiyanî pêk werin. Di warê aborî û siyasî de divê jin xwe bi pêş bixin. Rejîma Beasê her dem rola jinan paşguh kiribû. Ji ber vê yekê pêdivî heye ku di civakê de bi awayek wekhev rola jinan hebe."