Jinên ji Minbica dagirkirî: Em ê îsal 8'ê Adarê di dilê xwe de pîroz bikin
Jinên kantona Minbicê ya dagirkirî bi boneya 8'ê Adarê gotin: “Îsal emê 8’ê Adarê di dilê xwe de pîroz bikin, bi hêviya roja ku em bi azadî carek din pîroz bikin.”

SÎLVA EL-IBRAHÎM
Hesekê – Di nav 8 salên derbas bûyî de jinên kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî bi rêzeçalakiyan pîroz dikirin. Bi taybet jinan serdana jinên kedkar dikirin û ji bo nirxdayîna kedên wan gul diyarî dikirin û ev roja ku ji kargehan dest pêkiriye, pîroz dikirin. Çalakiyên jinên Minbicê ji 1'ê Adarê her sal heya 8'ê Adarê berdewam dikirin û şahiyek navendî Roja Jinan a Cîhanî pîroz dikirin. Di van şahiyan de jinan bi çand, reng û nasnameya xwe 8'ê Adarê pîroz dikirin û çalakiyên hunerî li dar dixistin.
Adara îsal ya kantoan Minbic ji salên borî cudatir e, piştî ku dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên wê kantona Minbicê dagirkirin. Her sal ajansa me coş, moral û kelecana jinan ku bi diruşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bilind dibû, dişopand û radighand. Lê îsal jinên Minbicê ji ber gefên çeteyan nikarin nêrînên xwe îfade bikin. Bi boneya Roja Jinan a Cîhanî me nêrînên jinan ji Minbica dagirkirî girtin.
'Her sal meha Adarê bi heyecan pêşwazî dikirin'
R.Z. ya ji bo ewlehiyê em nikarin navê wê aşkere bikin, bal kişand ser pîrozkirina wan ji 8'ê Adarê re di van 8 salên derbasbûyî de û pêl da gotinên xwe: "Di van salên dawî de jin di rêvebirina civakê de rolek aktîf û girîng lîstin. Hemû pêkhateyên herêmê cihê xwe di rêveberiyê de digirtin. Jin jî statûya bingehîn a civakê ye. Li ser asta civakî jî jin adet û kevneşopiyên civakê şikandin û di zanekirina civaka xwe de rolek lîst. Her sal di van rojan de me amadekariyên xwe ji bo cejina jinan û cejina Newrozê ku dîroka me temsîl dikin, dikir. Me kolan û herêm giştî dixemilandin. Her wiha me çalakiyên çandî û hunerî jî li dar dixstin û ev roj bi stran, kêfxweşî û govendê pêşwazî dikirin."
'Bi dagirkirina herêmê em nikarin bi azadî tev bigerin'
R.Z. qala xemgîniyên xwe ji bo pêşwazîkirina wan îsal ya 8'ê Adarê anî ziman û wiha axivî: "Em gelek xemgîn in ji ber her sal bi şahî me 8'ê Adarê pîroz dikir. Lê mixabin îsal bi dagirkirina herêma me re ji aliyê çeteyan ve em di sînorên malê de mane. Xewnên me bi destên çeteyan tên kuştin. Têkoşîna me ya 8 salan ji bo pêşxistina jinan di nava cihên biryardayînê de vegeriya destpêkê. Çete kiryarên xwe ser jinan zêde dikin û rola wan di nava civakê de tune dikin. Her wiha jinên ku berê di xizmeta civaka xwe de bûn rastî kiryarên ku rûmetên wan binpê dikin, tên. Bi dagirkirina herêmê re derfetên kar û ewlehiyê peyda nabin."
'Em ê di dilê xwe de 8'ê Adarê pîroz bikin'
Z.Ş. jî diyar kir ku rastiya jinên Minbicê ya niha ji rastiya berê cudatir e û got ku jinên Minbicê berê gihêştibûn azadiya xwe û di nava civakê de tev digeriyan. Mixabin niha çete nahêlin jin deriyên malê jî derbas bikin û ew di çarçoveya malê de hêştine. Em roja 8'ê Adarê tu car ji bîr nakin. Em fêrbibûn di vê rojê de nêrînên xwe îfade bikin. Ji ber vê yekê divê em pîrozkirina vê rojê di dilê xwe de bihêlin heta roja ku em bi azadî carek din wê pîroz bikin. divê jin xwedî hêz û vîn be, ji ber her wê serkeftin biserkeve."
'Piştî rizgarkirina ji DAIŞ’ê herêm jîn bû'
C. I. behsa kêfxweşiya xwe dema ku herêm ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin dike û dibêje: "Bi rizgarkirina herêmê ji rûreşiya DAIŞ'ê em gelek kêfxweş bûn. Bi têkbirina DAIŞ'ê biharek nû ser herêmê dest pêkir. Jin bi azadiya xwe tevgeriyan. Ji ber zihniyeta çeteyan ez ji xwendina xwe bê par mam. Piştî rizgarkirinê min xwendina xwe berdewam kir û hemû mafên xwe yên jiyanê bi dest xist. Bajar bi hemû kolan û taxên xwe jîn bû. Minbic deriyên xwe ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê re vekir û ew hembêzkirin. Min xeyalên xwe ya nivîsandina di qada wêjeyî de jî bi pêşxist û beşdarî gelek çalakiyên ku li herêmê dihatin li darxistin, dibûm."
'Divê di Sûriyeya nû de pergala Netewa Demokratîk bê avakirin'
C. I. dest nîşanî Roja Jinan a Cîhanî kir û wiha pê da çû: "Di nava 8 salên derbasbûyî de beşdarî gelek semîner, panêl û çalakiyên girêdayî 8'ê Adarê bûme. Min bê sînor û tirs nêrînên xwe îfade dikir û bi pêkhateyên dîtir re nîqaş pêş dixistin. Lê îro û piştî hilweşîna rêjîma Baas û ji aliyê çeteyan ve dagirkirina kantona Minbicê hemû pîvan û jiyana me hatin guhartin. Jinên Minbicê carek din bi zehmetî, zilim û cudekariyê re rûbirû dimîne. Em nikarin çalakiyek xwe li dar bixin û vê rojê pîroz bikin, her wiha nêrînên xwe îfade bikin. Em di çarçoveya zîndana malê de asê mane. Divê Sûriyeya nû li gor pergala Netewa Demokratîk bê avakirin ku her kes bi taybet jin tê de karibe cih bigre. Em ê komeleyek demokratîk bê terorîst ava bikin."
Kantona Minbic di pêvajoya aloziya Sûriyeyê re di gelek qonaxan re derbas bûye. Ew ji aliyê çeteyê DAIŞ ve hate dagirkirin û hemû kiryarên xwe tê de pêk anîn. Piştî banga gel ji Hêzên Sûriya Demokratîk û Yekîneyên Parastin Jin re, kantona Minbicê di 15'ê Tebaxa 2016'an de ji DAIŞ’ê hate rizgarkirin.