Saziyên jinan xwestin hesab ji kiryarê êrişa zayendî bê xwestin

Saziyên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek cihan êrişa zayendî ya ku li zarokek 10 salî ya Efrînî hat kirin şermezar kirin. Jinan wek berpirsê bûyerê dewleta Tirk nîşan dan û xwestin tavilê hesab ji kiryar bê xwestin.

Navenda Nûçeyan – Dewleta Tirk û çeteyên wê ku ev 5 sal e Efrîn dagir kirin, pêkanînên wan ên dij mirovî yên li beramberî jin û zarokan her roja ku diçe zêde dibe. Herî dawî zarokek keç a 10 salî ji aliyê serçeteyê girêdayî dewleta Tirk ve rastî êrîşa zayendî hat. Hat zanîn ku piştî êrîşa ku bû sedemê hirsek mezin a gel, serçete reviyaye gundê Kora yê girêdayî navçeya Cindirêsê. Saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek cihan destdirêjiya li zaroka 10 salî şermezar kirin. Jinan xwestin tavilê hesab ji kiryaran bê xwestin û weke berpirsê bûyerê dewleta Tirk nîşan dan.

Şehba

Komîteya Şilêr a kantona Şehbayê li dibistana navçeya Ehdas a Şehabyê bi beşdarbûna zarokên Efrînî, endamên Kongra Star û mamosteyan daxuyanî da. Di daxuyaniya ku ji aliyê mamoste Evîn Dingilî ve hate xwendin de bal li ser êrişên dewleta Tirk ên li ser zarokan hat kişandin û hat xwestin ku xwesab bê xwestin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 6'ê Gulana 2023'an li Efrînê keçek bi temenê deh saî ji aliyê çeteyek ji komên Amşet ve ya bi navê Emhmed Memduh ve lipêşiya çavên dayîka wê hate tecewizkrin. Ev ne bûyera yekeme li herêmên dagirkirî diqewime, rojane bûyerên bi vê rengê tên kirin. Dewleta tirk ne tenê jin û zarokan tecewiz dike, xwezaya herêmê jî tecewiz dike. Gelek buyer li wê deverê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên tepisandin û mafê wan tên windakirin. Bi bêdengiyek cîhanî ev bûyer diqewimin. Ji bo ku ev bêdengî berdewam neke, bi navê komîteya Şilêr a şopandina mafê zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ûn her çar parçeyên Kurdistanê bang dikin ku rê li ber van tecewizan bên girtin û li ser van kiryaran bên sekinandin."

Daxuyanî bi diruşmeya "Na ji kuştina zarokan re" dawî bû.

Hesekê

 Saziya Jin a Kongra Îslama Demokratîk derbarê destdirêjiya beramberî zaroka keç bi amadebûna Rêvberî û endamên Kongra Sar, Rêxistina Sara, Mala Jin, Edaleta Jin û komîteya Jin a Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê şermezar kirin. Daxuyanî li ber navenda Meclisa Kongra Star a Kantona hesekê ya taxa Merşo hate dayîn û ji aliyê Endma saziya Jin a Kongra Îslama Demokratîk Neda Hisên ve hate xwendin.

Daxuyaniyê de kiryarên li heremên dagirkirî tên pêkanîn weke sûcê mirovî û polîtîkayên taybet hat pênasekirin û wiha gotin: “Em van polîtîkên qirêj bi tundî şermezar dikin ji ber ku polîtîkayên dij pîvanên mirovan e. Ev zarok in û ev kiryar jiyana wan tune dike em bang li rêxistinên parastina mafê zaroka dikin ku dengê xwe bilind bikin û rê li ber van kiryaran bigrin ji ber ku zarok pêşeroja civakê ne pêwist e em xwedî li zarokan derkevin û wan ji hemû cûrên tundîtûjiyê biparêzin.”

‘Li herêmên dagirkerî kiryarên dijmirovî pêk tê’

Di daxuyaniya Saziya Jin a Islama Demokratîk Xilûd Ebdo destnîşan kir ku kiryarên li herêmên dagirkirî pêk tê li dijî exlaqê mirovahî û pîvanê Islamê ye û wiha hat gotin: “Tu ol û bawerî ev kiryarên ku çete li herêmên dagirkerî pêk tînin qebûl nakin. Bi tecawizkirina zarokan mafê wan ji zaroktiyê binpê dikin. Ev yek sucek dijmirovî ye pêwist e her kes li hemberî dagirkeran hewestê xwe nîşan bide û hesab jê werin pirsin.”

Qamişlo: Divê hesab bê xwestin!

 Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan li dijî vê sûca hov, îro li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi amadebûna endamên Qada Civakî, daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Komîteya Şilêr a Zarokan Cûlya Xelo ve hat xwendin wiha bû: “Di demên dawî de rê û rêbazên ku dewleta Tirk dide meşandin li hember herêmên me bi êrîşên leşkerî, siyasî, şerê taybet û di heman demê de revandina zarokan û tecawizkirina wan bi şeklekî hovane zêde dibin bi taybet li herêmên dagirkirê. Rojane zarok dibin qurbaniyên van êrîşan û jiyana wan ya zarokatiyê didin fetisandin, rojane ev bûyer diqewimin, lê mixabin tu kes dengê xwe nake li hember van kiryaran.

 ‘Ev ne bûyera yekem e ku li herêmên dagirkirî diqewime’

Di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku ev ne cara yekem e ku bûyereke wiha tê qewimadin, lê ji ber siyaseta dewleta Tirk a veşartina bûyeran, ragihandina heqîqetê tê çewisandin û wiha hate gotin: “Ev bûyer ne bûyera yekem e ku li herêmên dagirkirî tên qewimandin, rojane bûyerên bi vî awayî têne jiyankirin, Tirkiyê ne tenê tecawîza jin û zarokan dike, lê tecawiza xwezayê û çanda gelên ku li wê derê jiyan dikin tecawiz dike. Lê ji ber ne dayîna derfetên derbasbûna ragihandinan ji herêmên dagirkirî gelek  bûyer têne çewisandin û mafên wan têne windakirin û bi bêdengiyekî cîhanî.”

Di dîroka 6’ê Gulanê de li Efrîna dagirkirî zarokeke keç bi temenê xwe 10 salî ji aliyê endamê girûpa El- Emşat ya girêdayî dewleta tirk ê bi navê Ehmed Memdûh ve hate tecawizkirin. Ev bûyer li pêşiya çavên dayika wê hate qewimandin, lê dayikê nikarîbû parastina keça xwe bike û ji destê wî xilas bike. Sûcdar piştî ku keça wê tecawiz kiriye bi aliyên gundê Kura ya girêdayî Cindirêsê ve reviya.”

‘Ev ne bûyera yekem e ku li herêmên dagirkirî diqewime’

Di daxuyaniyê de hat teqez kirin ku ev ne cara yekem e ku bûyereke wiha tê qewimadin, lê ji ber siyaseta dewleta Tirk a veşartina bûyeran, ragihandina heqîqetê tê çewisandin û wiha hate gotin: “Ev bûyer ne bûyera yekem e ku li herêmên dagirkirî tên qewimandin, rojane bûyerên bi vî awayî têne jiyankirin, Tirkiyê ne tenê tecawîza jin û zarokan dike, lê tecawiza xwezayê û çanda gelên ku li wê derê jiyan dikin tecawiz dike. Lê ji ber ne dayîna derfetên derbasbûna ragihandinan ji herêmên dagirkirî gelek  bûyer têne çewisandin û mafên wan têne windakirin û bi bêdengiyekî cîhanî.”

Banga pêşîlêgirtina van sûcan û cezakirina sûcdaran

Komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan di daxuyaniya xwe de ev bang kir: “Ji bo ku ev bêdengî berdewam neke em bi navê komîteya Şilêr a Şopandina Mafê Zarokan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi navê zarokên her çar hêlên Kurdistanê bang dikin ku ev bêdengî berdewam neke, rê li ber van tecawizan werin girtin, li ser werin sekinandin û hesab were xwestin.”

Kobanê

Komîteya Qada Civakî ya Kongra Star a herêma Firatê li navenda Rêxistina Kongra Star kom bûn êrişa zayendî bi daxuyaniyek şermezar kirin. Daxuyanî ji aliyê Rêveberiya Qada Civakî Xunav Helîl ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal li ser kiryarên dermirovî yê li Efrînê tê kirin hat kişandin û bang li saziyên navnetewî hat kirin ku li hemberî van bûyeran bi erka xwe rabin.

Êriş polîtîk in

Rêveberiya Qada Civakî ya herêma Firatê Hêvîn Miho ya beşdarî çalakiya şermezarkirinê bû wiha helwest nîşanî bûyerê da: "Dewleta Tirk ya dagirker kiryarên hov li ser gel, jin û zarokan dide pêkanîn. 5 sal in ku em dibînin dewleta Tirk Efrînê bi guhertina demokrafiya ve, revandin û tecewîzkirina jin, zarokan û qetikirina wan ve talan û wêran kir. Bi hemû cureyên êrîşan dixwazin herêma Efrînê vala bike û gel koçber bike. Em weke jin tu carî bê deng namînin û em ê her tim berxwedana xwe berfireh bikin."