Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê di serhildana 'Jin, jiyan, azadî' de dijîn

Çalakvanên sivîl ên Mahabadê di 13’emîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhulî û hevalên wê bi bîr anîn û destnîşan kirin ku ew ê rêwîtiya xwe didomînin û gotin: “Şîrîn Elemhulî û Zeynep Celaliyan ji bo têkoşîna me motîvasyona hêrî bihêz in.”

LARA GEWHERÎ

Mahabad – Di 9’ê Gulana 2010’an de çar jê Kurd pênc girtiyên ku biryara darvekirinê der barê wan de hatibû dayîn bi sirûda ‘Ey Reqîp’ biryara rejîma faşîst a Îranê pêşwazî kirin û bi vê sirûdê hatin darvekirin.

Îro 13’emîn salvegera bidarvekirina Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan e ku bêyî agahiya parêzer û malbatên xwe bi awayekî veşartî li Girtîgeha Evînê ya Tahranê hatibûn darvekirin.

Piştî darvekirina Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan, ne tenê li Kurdistanê li gelek deverên cîhanê xwepêşandan hatin lidarxistin. Tiştê ku raya giştî aciz kir, redkirina Komara Îslamî ya radestkirina cenazeyan ji bo malbatan bû, heta hinek ferdên malbatên kesên hatine bidarvekirîn hatin girtin û berpirsên ewlehiyê jî ragihandin ku cenazeyên kesên hatine darvekirin dê li dûrî goristana misilmanan bên veşartin.

‘Navê Şîrîn Elemhulî di bîra min de bi cih bû’

Yek ji çalakvanên sivîl ên Mahabadê Baran. A der barê girtiyan û atmosfera Mahabadê ya piştî darvekirine de wiha axivî: "Dema ku Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan hatin darvekirin ez biçûk bûm û hema bibejê zarok bûm. Li hemû bajêr atmosfera milîtanî hebû, welatî li çend cihan kom bûn şermezar kirin û hemû dikan girtî bûn. Rojek an jî du roj beriya xwepêşandanan ku hevdema rojên darvekirinê bû, bang li çalakvanên sivîl û siyasî û endamên malbatên siyasî yên Kurdistanê kirin ku agahiyan bi dest bixin û bi girtina wan gef li wan xwarin. Navê Ferzad Kemanger û Şîrîn Elemhulî di hişê min de wisa hatibûn xêzkirin ku ev yek bû sedem ez lêkolin bikim ka ev pênc kes kî ne û çima hatine darvekirin. Piştî ku min name û çîrokên van pênc kesan xwend, min xwe, Kurdbûna xwe û mirovbûna xwe hin baştir fêm kir. Îro Şîrîn Elemhulî û Zeynep Celaliyan ji bo têkoşîna me motîvasyona hêrî bi hêz in û di dîroka têkoşîna rizgariyê de, Şîrîn Elemhulî yekemîn jina ku li ser dîwarên girtîgeha Evînê ‘Jin Jiyan Azadî’ nivîsandiye ye.

‘Mirin her dem ne qonaxa dawî ye, carna dibe destpêka têkoşînê’

Şîva Marûfî yek ji nivîskarên Serdeştê ye, li ser bandora têkoşîna van girtiyan, girtiyên siyasî û darvekirinên din jî wiha axivî: "Mirin her dem ne qonaxa dawî ye carna dibe destpêka berdewamiya têkoşînê. Ev yek ji aliyê hemû qurbanên dîktatoriyê û rejîmên baviksalarî ve ji me re hat nîşandan. Her girtiya siyasî ya tê darvekirin û her jina ku ji aliyê zihniyeta baviksalar ve tê qetilkirin, ji bo hemû cangoriyên azadiyê dibe sembola berxwedanê ku di her kêliya têkoşînê de dikare hêzeke nû bide vê riyê û ev her pênc mînakên herî zindî yên hêviya têkoşîne ne. Her çiqas îro gorên wan ji hemû gelan hatiye veşartin jî riya wan vekirî ye. Bila Komara Îslamî baş bizanibe ku kesên di serhildanên dawî de hatin qetilkirin, hemû jin û mêrên ku bûne qurbaniyên mêtingerî û dîktatoriyê, nayên jibîrkirin, her wiha ji bo berdewamiya têkoşîna me hêviya me ne.”

Tevî ku 13 sal di ser darvekirina Şîrîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhat Wekîlî, Elî Heyderiyan û Mehdî Îslamiyan derbas bûn jî cenaze radestî malbatên nehat kirin an jî cihê gorên wan ji malbatên wan re nehat eşkerekirin.