Di êrîşa Îsraîlê ya li dijî Xezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên hewayî yên balafirên şer ên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn. Tê diyarkirin ku 40 balafirên şer beşdarî êrîşa hewayî bûne.
Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Xezayê de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane û 20 kes jî birîndar bûne. Li gorî daxuyaniya Tûgayên Qudisê ku baskê çekdarî yê Tevgera Cîhada Îslamî ye Sekreterê Giştî yê Meclisa Leşkerî Cîhad Şakir Gennam, fermandarê aliyê bakurê bajêr Xelîl El-Behtînî, yek ji lîderên xebata leşkerî ya li Şerîa Rojava Tariq Îzzeddîn û hevjîn û zarokên wî jiyana xwe ji dest dan.
'Îsraîl dê berdêla vê bide'
Berdevkê Tevgera Cîhada Îslamî Tarik Silmî, di daxuyaniyek nivîskî da û wiha got: "Heta ku dagirkerî bi dawî nebe dê berxwedan didome." Serokê Tevgera Hemasê Îsmaîl Heniye jî di daxuyaniya nivîskî ya piştî geşedanan de, wiha got: "Îsraîlê di hesabên xwe yên operasyona sûîqestê de şaşîtî kir û dê berdêla vê yekê bide. Îsraîl bi operasyoneke xayîn sûîqest pêk anî li dijî lîderan ew ê ji xwe ewlehî misoger neke, berovajî dê berxwedanê hîn zêdetir mezin bike."
Daxuyaniya Artêşa Îsraîlê
Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku êrîşên hewayî yên li ser Xezayê operasyoneke hevpar a artêşê û Rêxistina Îstîxbarata Navxweyî ya Şîn-Bet (Şebak) e û li dijî kadroyên leşkerî yên Tevgera Cîhada Îslamî hatiye kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin navê “Tîra diparêze” li operasyonê hatiye kirin û 3 kadroyên lîderên Cîhada Îslamî ku tê îdiakirin li Şerîa Rojava ‘çalakiyên terorî’ pêk anîne, hatine kuştin.
40 balafirên şer tevlî êrîşên hewayî bûn
Li gorî nûçeya Reutersê, ji artêşa Îsraîlê berdevkek diyar kiriye ku nûçeyên têkildarî mirina sivîlan lêkolîn kiriye der barê mijarê de tu daxuyanî nedaye. Her wiha di daxuyaniya artêşê de hat parvekirin ku 40 balafirên şer tevlî êrîşên hewayî bûne.
'Bêdengiya civaka navneteweyî çalakiyên kuştinê didomîne'
Li aliyê din, tevgerên Fetih û Hemasê bang li civaka navneteweyî kirin ku sûcên Îsraîlê yên li Xezaya ku di bin dorpêçê de digre, şermezar bikin. Berdevkê Tevgera Fetih Munzir El Hayik, wiha got: "Dema mirov bi şev di xew de bûn, bêyî ku hestek mirovahiyê hebe, sûcekî hovane û xayîn e ku ji aliyê dewleta terorîst ve hat pêkanîn. Ev hikûmet aqilê xwe winda dike û ji bo bêdengiya civaka navneteweyî û baweriya wê ya bi helwesta wê ya piştgiriyê, çalakiyên xwe didomîne.”
Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Mûsa Ebû Merzûk jî li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal Twîtterê bang li civaka navneteweyî kir ku Îsraîlê şermezar bike. Di pervakirinê de wiha hat gotin: "Xwîna şehîdan riya azadiya Filistînê vedike. Hedefgirtina lîderan îsbata rastbûna nêzîkatiya li dijî dagirkeriyê ye dê peyama berxwedanê berfireh û yekane be, şermezarkirina dagirkeriyê û daxwaza çûndina wî, yeknegirtina mexdûr û celadan e.”