Li Îranê dengê jinan tê qedexekirin

Nesrîn Zadeh a ku ji gotina stranan pir hez dike, ji ber cudakariya zayendî ya li ser jinan li welatê xwe Îranê nikare vê xeyala xwe pêk bîne, wiha got: "Ez xeyal dikim ku rojek bê tirs li ber çavên hemû kesan bi dengekî bilind stranan bibêjim."

JOAN KARMÎ

Dîwandare- Rayedarên Îranê bi salan li Îranê weşandina album û vîdeoyên stranên bi dengê jinan qedexe dike. Her wiha di platform û konseran de bi tenê serê xwe vegotina stranan a jinan jî asteng dike.

Nesrîn Zade (mahlas) ku bi gotina stranan eleqedar e, diyar kir ku tevî jêhatîbûn û eleqeya xwe ya bi hunerê re jî gelek faktor asteng dikin ku hunera muzîkê û gotinan stranan pêk bîne û wiha got: "Gelek jinên wiha hene. Bi hezaran kesên xwedî jêhatîbûn hene lê tenê ji ber ku jin in, dikarin di civakeke li gorî pîvanên baviksalarî de bibiriqin û jêhatîbûnên xwe bi pêş bixin."

Dengê jinan hat qedexekirin

Nesrîn Zade da zanîn ku ji zarokatiya xwe ve muzîkê bi taybetî jî muzîk û stranên Kurdî hez dike û wiha got: “Dema ku ez dixebitîm an jî min xalîçeyan dihonand her dem xeyal dikir ku bibim stranbêjeke navdar. Muzîka jinan her dem bi pirsgirêk û astengiyan re rû bi rû ma. Di warê hunerê de, bi taybetî jî di gotina stranan de jin zêde bûn. Êrîşên li dijî wan û hewldanên dûrxistina wan jî zêde bûn." Nesrîn Zade der barê bandora qedexekirina dengê jinan li Îranê li ser jêhatibûna strangotinê û pêşxistina jêhatiya wan de jî wiha got: "Hemû şêweyên hunerê min cezb dike; helbest, muzîk, strangotin û hwd. biha bifikire ku huner bi hêz e. Bi gelemperî hemû pêşdaraziyên li dijî jinan ji dîrokê tên. Dema em ciwan bûn, bihêlin stran gotinê, di nava civakê de bi dengekî bilind axaftin jî qedexe bû.”

Qedexe berdewam dikin

Nesrîn Zade, bal kişand ser tiştên ku dijî û pirsgirêkên dema li pey xeyalên xwe diçe rû bi rû dimîne de û wiha got: "Min her dem bi hevala xwe ya keç re stran digotin. Em her du jî xeyal dikin ku rojekê bê tirs li ber çavên hemû kesan bi dengekî bilind stranan bibêjin lê qedexeyên çandî û civakî hê jî berdewam dikin. Lewma gelek stranbêj ji bo veşartina nasnameya xwe, nasnav bi kar tînin. Îro gelek jin tabûyan dişkînin û stranan dibêjin lê jin li welat rastî gelek astengî û zehmetiyan tên. Mafê jinan tune ye ku li qadên giştî stranan bibêjin û albûman derbixin. Lê mêr serbest in. Ev bêedaletî mafên tune dike.”

Girîngiya têkoşînê

Nesrîn Zade bi van gotinan çawaniya şikandina van dîwarên ku jinan sînordar dikin jî vegot: "Li gelek welatan jin rastî cudakariya zayendî tên. Lê ev rewş li gorî şert û mercên ku dijîn cuda dibe. Ji ber ku jin li Îranê bi nêrîna zayendperestî û baviksalarî re rû bi rû dimînin, nikarin li tu deran bi hêsanî bixebitin. Divê em ala wekhevî, azadî û mirovahiyê li ser her bajarî bilind bikin. Hêvîdar im ku jin rojekê bêsînor stranan bibêjin.”