Li Mûşê zarokek rastî destdirêjiyê hat
Li Melazgira Mûşê derket holê ku zarokek rastî êrîşa zayendî hatiye. Têkildarî bûyerê mêrê bi navê E.Y hat binçavkirin.
Mûş- Li Melazgira Mûşê derket holê ku zarokek 8 salî ji aliyê mêrê bi navê E.Y ve rastî êrîşa zayendî hatiye. Niştecihên taxê diyar kirin ku bûyer di roja Sêşema borî di dema derketina ji dibistanê de qewimiye. Hat zanîn ku ji ber ji aliyê E.Y ve gef lê hatiye xwarin zarok bûyerê ji kesê re negotiye, piştî ku nexweş ketiye wê rakirinê nexweşxaneyê êrîşa li hatiye kirin vegotiye.
Piştî ku li nexweşxaneyê bûyer derket holê, dayika zarok der barê E.Y de gilî kir. Piştî gilî polîsan E.Y kirin binçavan. E.Y ê ku hat binçavkirin hat diyarkirin ku temenê wî yê nasnameyê 16 ye lê belê temenê wî yê rast 18 salî ye. Der barê bûyerê de lêkolîn berdewam dike.