Salnameya 25'ê Mijdarê ya jinên Amedê: Start 18’ê Mijdarê ye

Jinên Amedê yên ku di çarçoveya 25'ê Mijdarê de dest bi xebatên xwe kirin, dê hefteyekê li qadan bin. Jinan di gelek çalakiyan ku pêkbînin de, dê balê bikşînin ser qirkirina zayendî û polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê tên meşandin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Jinên Amedê, di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê de starta çalakiyên pêkbînin dê di 18'ê Mijdarê de bidin. Jinan di pêşengiya Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKAP) û Tora Têkoşîna Li Dijî Tundiyê ya Amedê de, wê tevahî hefteya 25'ê Mijdarê li qadan bin. Jinên ku dê di çarçoveya çalakiyan de ji girtîgehan re kartan bişînin, di serî de Emînê Şenyaşar dê jinên di Nobeta Edaletê de ziyaret bikin. Jinên ku dê ji bo Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin û Jîna Emînî ya li Îranê hat qetilkirin jî bernameya bîranînê pêk bînin, dê çalakiya şanoyê jî li dar bixin. Jinên dê di nava hefteyekê de ji gelek çalakiyan re îmze bavêjin, dê 25'ê Mijdarê jî meşa fînalê pêk bînin. Jinên ku wê bi dirûşma "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê, dem dema azadiya jinê ye” li hev civîn, armanc dikin ku li bajêr xwe bigihînin jinên hemû pêkhateyên.

'Dem dema bilind kirina dengê me ye’

Sekretera Jinan a Tum Bel-Senê Ayşe Kuran Çîçek ku jinan vexwend çalakiyên 25'ê Mijdarê, diyar kir ku ji xwişkên Mîrabel heta niha têkoşîna jinan her tim bi komkujî û qirkirina zayendî re rû bi rû maye û destnîşan kir ku li dijî van polîtîkayan têkoşîneke mezin tê meşandin. Ayşe Kuran Çîçek, wiha got: “Îsal hem piştî qetilkirina Nagihan Akarsel û hem jî li Îranê Jîna Emînî, berxwedaneke jinan ku li hemû cîhanê bandora kevîrê domîno çêkir, hat jiyîn. Hemû jinan beyî ku welat ferq bike, di çarçoveya hevkariya zayendî de hemberî qetilkirina Jîna, bertekên xwe anîn ziman. Di vê wateyê de 25’ê Mijdarê ku îsal dê were pîrozkirin ji bo me gelekî girîng e. Dem dema wê ye ku em li dijî hikûmet û rejîmên ku vîna jinan nas nakin têkoşîna xwe û dengê xwe bilind bikin.”

balê bikşînin qetlîamên jinan

Ayşe Kuran Çîçek, anî ziman ku di sedsala 21'emîn ku em dijîn de li dijî êrîşên li ser beden û vîna jinê tên jiyîn dê 25'ê Mijdarê xwedî girîngiyeke mezin e û wiha axivî: "Diruşmeya 'Jin Jiyan Azadî' ya li hemû cîhanê ji aliyê jinan ve tê gotin, heye. Ev dirûşme hemû jinên cîhanê anî gel hev. Em jî li vir li Amedê, bi vê dirûşmeyê têkoşîna jinan bilind bikin û ti carî tawîz nedin. Wek li hemû cîhanê li vir jî qetlîama jinan roj bi roj zêde dibe. Dema em li raporên ku demên nêz de hatin ragihandin dinêrin, em dibînin ku di mehekê de bi dehan jin hatine qetilkirin. Li Tirkiyeyê pergalakê hiqûqî ku rê li ber komkujiyên jinan vedike heye. Û em ê vê ji qadên 25’ê Mijdarê biqîrin. Em ê biqîrin ku em polîtîkayên cezakirinê yên polîtîkayên dewletê yên li hemberî her cure deng û vîna jinan nas nakin. Hevalên me yên jin ên ku der barê mafên mirovan de diaxivîn tên girtin û rojnamevan tên girtin. Em van polîtîkayên cezayê jî nas nakin."

Li dijî tundiya mêr-dewlet, banga tevllîbûna çalakiyan

Ayşe Kuran Çîçek a bal kişand ser qetlîamên jinan û polîtîkayên şerê taybet ên li herêmê jî, bang li jinên Kurd kir ku li dijî van polîtîkayan li qadan bin. Ayşe Kuran Çîçek bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Hûn dizanin, li Kurdistanê asta tundiya li ser jinan xwedî rehengek cuda ye. Ji ber ku polîtîkaya şerê taybet ku tundiya dewletê û tundiya mêr hatiye yek kirin heye. Li vir em dibînin ku jin ne tenê ji aliyê mêr ve, ji aliyê dewletê ve jî tên qetilkirinn. Doza Îpek Er mînaka vê ya herî mezin e. Em dizanin ku di vî mijarê de li herêmê meyleke cidî heye. Em difikirin ku li Kurdistanê jî divê hemû jinên Kurd li dijî vê meylê û li dijî tundiya dewletê li qadan bin. Em hemû jinan bêyî statuya pîşeyî ferq bike, vexwiynin qadan. Li bazarê, li malê û cihê kar jinan ziyaret bikin. Em ê li ser kar serdana jinan bikin. Em ê li dijî feraseta xesp li qadên bin. Pir girîng e ku îsal 25’ê Mijdara bigihêje hemû jinan. Em ê dengê xwe bilind bikin û hemû jinên Amedê vexwînin çalakiyên xwe.”