Salîha Aydenîz: Îmralî navnîşana çareseriya qeyranan e

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz da zanîn yekane rêya derketina ji qeyranên piralî Îmraliye û diyar kir divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were.

MEDİNE MAMEDOGLU

Amed – Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin û 32 meh in agahî jê nayê girtin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd misoger bibe, di dawiya hefteyê de li Stenbol û Amedê du deklasyonên cuda hat ragihandin. Di deklerasyona ku ji aliyê hunermend, rewşenbîr, akademîsyen, rêxistinên sivîl û nûnerên partiyên siyasî ve hatiye îmzekirin de bal hat kişandin ser qeyranên piralî û hawirdora şer a li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz a bangên li Stenbol û Amedê hatin kirin nirxand, diyar kir ku pêwîst e azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bê misogerkirin.

'Rola brêz Ocalan hêviyê dide gelan'

Salîha Aydenîz, bal kişand ser hebûna Projeya Rojhilata Navîn a Demokratîk ku ji bo qeyranên pirjimar ên hatine jiyîn çareseriyeke pir zelal û zelal e û got ku Tirkiye bi piştgiriya dewletên navneteweyî rê li ber belavbûna vê çareseriyê girt. Salîha Aydenîz wiha got: “Me di deklerasyonê de bal kişand ser vê pêşniyara çareseriyê û destnîşan kir ku ji bo ev pêşniyara konkret mezin bibe divê Birêz Abdullah Ocalan azad bibe. Rola ku îro ji bo aştî û demokrasiyê bi rûmet birêz Abdullah Ocalan girtiye ser xwe, ne tenê di nava gelê Kurd de ji aliyê hemû gelên cîhanê ve weke hêviyek tê dîtin. Mirov bi baweriyeke mezin vê wezîfeyê xwedî derdikevê. Bi vê baweriyê li gelek deverên cîhanê rewşenbîr û nivîskaran tecrîda li ser brêz Ocalan qebûl nekirin û ji bo azadiya fîzîkî bê misogerkirin dest bi pêvajoyek kirin. Me bi deklerasyona ku bi sedan sazî îmze kiribûn piştgirî da vê pêvajoyê.

'Li hemberî qeyranan divê çareseriya demokratîk bê şopandin'

Salîha Aydenîz, diyar kir ku desthilatdar bi tecrîdê bersiv da biryar û îradeya pêvajoya aştiyê û got ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên heyî gav bi gav mezin dibin. Salîha Aydenîz, da zanîn komara ku ketiye sala xwe ya sed salî, ne demokratîk e û ji ber vê ne demokratîkbûnê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin û wiha got: "Ji bo çareseriya qeyranan divê rêyên demokratîktir bên şopandin di vê pergalê de berî ku ew kûr bibin. Brêz Ocalan pir zelal diyar dike ku ev rê û pêşniyara çareseriyê wê çawa bê avakirin. Me pêvajoya 2013-2014’an li Tirkiyeyê bi hev re jiyan kir. Brêz Abdullah Ocalan di sala 2015'an de di demeke kurt de tevî hemû zextan jî bi îradeyeke mezin nîşan da ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser dibe. Pergal ji sala 2015’an û vir ve bi tecrîda girankirî ya li Îmraliyê bersiva vê pêşniyara çareseriyê dide. Tirkiye bi vê tecrîdê re hewldanên xwe yên ji bo domandina pergala netew-dewletê ya tengabûn bi şer û zextan eşkere dike.”

'Destkeftiyên gelê Kurd tên hedef girtin'

Salîha Aydenîz, anî ziman ku tecrîdkirina desthilatdar israra wê ya ji bo dewamkirina şer nîşan dide û wiha got: “Îro li tevahiya Rojhilata Navîn şerên pir giran diqewimin. Tê pêşbînîkirin ku ev qeyran dê di heyama pêş de li gelek qadan xwe nîşan bide. Berevajî vê, brêz Ocalan bi daxuyaniyên gelekî zelal şerê li Rojhilata Navîn bi salan berê îşaret kiribû û rêyên çareseriyê jî derxistibû holê. Tecrîda li hemberî van pêşniyarên çareseriyê dewam dike, destkeftiyên gelê Kurd li her qadê tên hedef girtin. Bêdengiya ku tevî sûcên şer ên li Başûr, Rojava û Mexmûrê heye, tam êrîşa li dijî avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a brêz Abdullah Ocalan e.

'Yekane çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratîk e'

Salîha Aydenîz, anî ziman ku ji bo aştiya hem li Rojhilata Navîn hem jî li Tirkiyeyê pêk were divê tecrîd bi dawî bibe û wiha got: "Em dibêjin li dijî vê pêrgalê avakirina jiyana demokratîk pêkan e. Bi dîtina vê derfetê re îro Rojava ji bo hemû cîhanê bûye hêviyek. Gelên cîhanê bi Rojava re dîtin ku ev pergal ne utopya ye. Em di vê baweriyê de ne ku çareserî paradîgmaya Neteweya Demokratîk e, ku gel xwe tê de xwe bi rê ve bibe bi stûna civakî ya perspektîfa Brêz Ocalan ve girêdayî ye. Bi deklerasyona ku me ragihand, em balê dikişînin ser pêwîstiya xwedî lê derketina demokrasî û aştiyê ya brêz Ocalan dirêj kiriye. Ji bo vê jî divê demildest azadiya fîzîkî ya Brêz Ocalan bê misogerkirin. Brêz Ocalan hem ji bo demokratîkbûna Tirkiye û hem jî ji bo Rojhilata Navîn şansek mezin e.”