Meclîsa Jinan a PYD’ê pengava li dijî qetilkirina jinan ragihand

Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk pêngava xwe ya çaremîn a derbarê rawestandina qetilkirina jinê de daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Qamişlo – Li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rawestandina qetilkirina jinan de bi dirûşma "Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî", bi tevlîbûna hemû rêxistinên jinan, daxuyaniyeke çapemeniyê dan û ragihandin ku ew pêngava xwe ya çaremîn ji bo rawestandina qetîlkirina jinan dan.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Dîdem Elî ve hatî xwendin wiha bû:

“Têkoşîna dîrokî li dijî zihniyeta baviksalarî berdewam e û gihîştiye lutkeya xwe. Dîrok şahîdê hêz û mezinahiya jinê bû qudreta wê ya ku ji mirinê jiyanê ava dike û xwediya hemû taybetmendiyên hezkirin, edalet û mirovahiyê, lê ev yek dirêj nebû. Ji ber ku zihniyeta paşverû li dijî jinê şer kir maf û qanûnên wê dizîn, ji bo têkbirina hêz û pîrozbahiya wê tevahiya awayên tundiyê li ser wê pêk anîn. Di dema heyî de tevî hemû awayên zordariyê yên derheqê jinê pêk tên ji kuştin, koçberkirin û xwekuştinê, lê jinê xweradestî vê zihniyetê nekir û mînaka vê yekê berxwedana qehremanî ya ku jinan di şoreşa mirovahiyê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn ku ji hemûyan re îsbat kir ku ew dikare hemû zincîrên adet û orfên berê bişkîne, hêz û qanûnên xwe vegerîne di riya pêşengtiya şoreşê û gihaştina aştî û serkeftinê.

‘Em ê têkoşînê bilind bikin’

Em di Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ji destpêka prensîbên ku em li ser kar dikin em ê têkoşînê bilind bikin. Ji bo rawestandina diyardeya tundiya di derheqê jinan de bi baweriya me bi azadiya jinê û têkoşîna li dijî hemû awayên tundiya der heqê wê, me pêngava sekinandina li dijî vê diyardeyê di meha Îlonê de di sala 2020'an de destpê kiribû bi dirûşmeya "Na ji kuştina jinan re". Pêngava duyemîn di meha Sibata sala 2021'an de bi dirûşmeya" Na ji komployê, na ji dagirkeriyê, na ji tundiyê" û hemleya sêyemîn di meha Nîsana sala 2022'an de bi drûşmeya "Bi têkoşîn û yekîtiya jinê tundiyê bisekinîn" pêk hat.   

‘Bi hev re bighêjin civakek demokratîk’

Îro, em domandina hemleya me ya çaremîn bi drûşmeya "Na ji kuştina jinan re, Jin, Jiyan, Azadî" radigihînin ku em rijandina xwîna hemû gelan û tevahiya binpêkirin û sûcên ku di bin navê şerefê pêk tê der heqê jinê li herêmên dagirkirî şermezar dikin. Daxwaz ji tevahiya rêxistinên hiqûqî, saziyên femînist û civaka navdewletî dikin ku erkê xwe bi cih bîne ji bo rawestandina vê diyardeyê, her wiha em bang li tevahiya jinan dikin ku têkoşîn û berxwedaniya xwe li dijî zihniyetên paşverû bilind bikin ji bo bi hev re bighêjin civakek demokratîk bawer be bi azadiya jinê.”

Bernameya pêngavê wiha ye;

“1- Li dar xistina semînerên diyalogê li kantonan.

2- Li dar xistina forumek diyalogê li herêma Cizîr û Efrînê.

3- Çêkirina hevdîtinên medyayî û nivîsandina gotaran derbarê diyardeya tundiya li ser jinan.

4- Serdana jinên ku tundî li dijî wan pêk hatiye.”

Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.