Li Misirê di dozên tundiya li ser jinan de daraz bêmafiyê dike

Parêzer Shaim Hassan diyar kir ku yek ji sedemên zêdebûna şîdeta li dijî jinan li Misirê biryarên darazê ne û got:“Tundî bi tedbîrên qanûnî nayê astengkirin. Dirêjkirina dozên tundiya li ser jinan bandoreke neyînî li edaletê dike.”

ASMAA FATHI

Qahîre – Biryarên darazê yên ku cesaete didin û sûcdaran teşwîq dikin yek ji sedemên zêdebûna tundiya li dijî jinan e li Misirê. Parêzer Şeyma Hassan û dîgirê serokê Daîreya Lêkolînê ya Rojnameya Al-Dustour, Samar Medhat, der barê pêşîgirtina li şîdeta li ser jinan de ji ajansa me re nirxandin kir.

'Bapîr dibe weliyê zaroka ku dayika wê ji aliyê bavê wê ve hatiye qetilkirin'

Şeyma Hassan bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan di demên dawî de ku gelek ji wan ji ber sedemên nexwendinê, zewaca bi zorê û bikaranîna madeyên hişber in. Şeyma Hassan, anî ziman ku jinên di nava civakê de kêm tên dîtin yek ji komên herî mexdûr in û wiha got:

“Ez li dosyaya jineke ku hat qetilkirin dinêrim. Jin ji aliyê hevjînê xwe yê ku madeyên hişber bi kar tîne ve rastî şîdetê tê. Herî dawî di encama birînên giran ên fizîkî de raporek digre û piştre zaroka xwe digre û li cem malbata xwe bi cih dibe. Ji bo zarok doza nefeqeyê vedike. Jin li ber çavên zarok dema ku diçe cihê kar ji aliyê hevjînê xwe ve tê qetilkirin. Dadgeh biryar dide ku muayeneya bijîşkî ji bo lêkolîna derûnî ya sûcdar were kirin! Hat diyarkirin ku kesê kiryar, derûniya wî baş e û di dema sûc de tu madeyên hişbir bi kar neaniye. Ji ber ku weliyê qanûnî yê zarok ê di vê malbatê de maye bapîrê bav e, paşeroja zarok dixe xeterê.”

Şeyma Hassan bal kişand ku daraz bi tedbîrên qanûnî li ser dosyayên jinan rê li tundiyê nagire û got: “Di têkoşîna li dijî tundiyê de biryarên darazê pir girîng in. Yek ji mijarên ku rêxistinên femînîst û sivîl li ser dixebitin ev e. Ji ber ku doz bi salan didomin daraz bi neheqî tevdigere. Dirêjkirina dozê ji aliyê darazê ve li ser gelek mijarên din, bi taybetî tecawiza di nava zewacê de, bandoreke neyînî çêdike.”

'Biryara darazê ya li dijî tundiyê gelekî girîng e'

Alîkarê serokê Daîreya Lêkolînê ya Rojnameya Al-Dustour Samar Medhat, bal kişand ser zêdebûna kuştina jinan di navbera salên 2020-2023'an de. Samar Medhat anî ziman ku ji bo pêşîgirtina qetilkirina jinan pêwîstî bi gelek rêbazan heye û wiha got: “Li dijî tundiya zayendî divê tedbîr bên girtin. Hincetên ku qetlîamên jinan rewa dikin bên terikandin. Divê parastina rewa ji jinan re bê dayîn û ji bo sûcdaran jî cezayên astengkirinê hebin. Ji ber ku di vê demê de tu cezayên pêşîlêgirtinê ji bo kiryaran nayên dayîn, zilamên ku ji vê yekê cesaretê digrin dikarin bi rehetiya 'Ez ê kêm ceza bigirim' jinan qetil bikin.”

'Divê rêxistinên femînîst û sivîl bibin yek'

Samar Medhat anî ziman ku tundiya li ser jinan ji aliyê civakê ve rewa tê dîtin û ji bo pêşîgirtina li şîdetê ev pêşniyar hatin kirin:

“Gelek jin ji ber nêzîkahiyên civakê gilî nakin. Divê rêxistinên femînîst û sivîl ji bo guhertina çanda serdest a wesayetê bi hev re bikevin nava liv û tevgerê û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan zagonek yekgirtî derbixin. Ji bo pêkanînên ku mafên jinan binpê dikin û jiyana wan tehdîd dikin, pêwîstî bi pênaseyên zelal ên cezayan heye. Divê hemû kesên têkildar, parlamentoya Misrê jî tê de mudaxele bikin.”