Êrişên Îsraîlê didome: 8 hezar û 525 kes jiyana xwe ji dest dan

Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihand ku ji destpêkirina şer û vir ve li Şerîda Xezayê 3 hezar û 542 jê zarok û 2 hezar û 187 jê jin bi giştî 8 hezar û 525 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dikin. Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ragihand ku di 24 saetên dawîn da hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê da mirin 219 zêde bûye û bûye 8 hezar û 525. 

3 hezar û 542 zarok hatine qetilkirin

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji kesên jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 542 zarok û 2 hezar û 187 jî jin in.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zêdeyî 21 hezar kes birîndar bûne, bal hat kişandin ku jenerator li ber rawestanê ne û banga xwîn dayînê hat kirin.