Rupak Ehmed şert û mercên girtiyên jin ên li Hewlêr û Silêmaniyê vegot

Endama Parlamentoya Herêma Kurdîstana Federal Rupak Ehmed diyar kir ku li herêmê bi taybetî jin dibin hedefa girtin û binçavkirinên neqanûnî û bi van gotinan mijar ji ajansa me re nirxand "Hinek jin bê sedem tenê ji bo azadiya ramanê tên binçavkirin û girtin."

LAVE KURDE
Navenda Nûçeyan - Endama Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Wekîla Komela Dadgerî Rupak Ehmed, diyar kir ku bi sedan jin bi awayekî neqanûnî li navendên binçavkirinê û li girtîgehên bajarên Hewlêr û Silêmaniyê hatine binçavkirin û bi sûcên nerast re rû bi rû mane, mijarê ji ajansa me re nirxand. Rupak Ehmed ya ku dibêje malbatên bi sedan jinan li hemberî vê yekê bêdeng in û sedema herî mezin a vê bêdengiyê tirsa avakirina pirsgirêkên mezin ên xizmên wan ên tên binçavkirin û girtin û wiha got: "Carna mafê malbatan ê serdana zarokên wan ji destê wan tê girtin, binpêkirinên pir giran hene.”
“Lêpirsîn rûbarî, demên binçavkirinê jî keyfî ne” 
Rupak Ehmed a ku dibêje quralên hiqûqa navneteweyî tên binpêkirin, wiha axivî: “Lêpirsinên ku di derbarê jinên girtî de tên kirin, gelekî rûbarî an got ji rêzê ne. Demên binçavkirinan jî keyfî ne. Em çûn hevdîtina jinên hikumxarî û me giraniya rewşa girtiyan bi çavên xwe dît."
Rupak Ehmed a ku bi bîr xist demê binçavkirinê ji 15 rojan derbas nabe, ger delîlên şînber tunebin dema girtinê ji 6 mehan derbas nabe û wiha got: “Me jinên hatîn binçavkirin ku divê nava 15 rojan de sewqî dadgehê bê kirin, tesbît kir. Dozên mijara gotinê li dijî hiqûqê ye."
“Parve kirin û ecibandinên medyaya civakî bi 5 heta 6 salan tên cezakirin”
Rupak Ehmed dibêje ku gelek jinên hatine binçavkirin û girtin ji ber parvekirin û şîroveyên xwe yên li ser hesabên xwe yên medyaya civakî rastî cezayên fîlî hatine û wiha got:” Hin jin ji ber mafê xwe yê azadiya ramanê bi kar anî hatin girtin. Jinên ku ji ber li ser medya ya cîvakî parvekirin û ecibandinên kirine hatine girtin hene. Jina ciwan a ku beriya demeke kurt zewicî ji ber şîroveya xwe yê li ser medyaya civakî 5 û 6 sal cezayê girtîgehê jê re hat xwestin, di encama hewldanên dirêj ên doktoran de serbest hat berdan.”
Rupak Ehmed a bal kişand ser wê yekê ku kesên hatine binçavkirin û girtin di nava şert û mercên tenduristiyê de nayên girtin, wiha axivî: “Hinek girtî bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên wekî penceşêr, tuberkuloz û pirsgirekên tenduristi yên giran re rû bi rû dîminin. Şertên ku ew tê de dijîn ji hêla fizîkî ve xirabtir û ne tendurist e.”
"Girtiyê ku 10 emrê wê mabû, bêyî ku bizane jiyana xwe ji dest da" 
Rupak Ehmed ku da zanîn girtî li girtîgehan ji rewşa xwe ya tenduristiyê nayên agahdarkirin, wiha got, “Tevî ku hin pirsgirêkên tenduristiyê yên lezgîn yên girtiyan heye jî, ji girtiyan tên veşartin. Girtiya ku doktor got 10 roj emrê wê maye, bêyî ku fêr bibe jiyana xwe dest da. Bûyerên trajîk hene. Lê ev dozên trajîk ne xema kesê ye. Kevneşopî, adet û zayendperestiya civakî li navendên binçavkirin û girtîgehan li jinan dixe."
Rupak Ehmed di derbarê neheqiyên ku tên jiyîn de ji bo malbat gavan bavêjin banga hestiyariyê kir û got: “Xizmên girtiyên jin bêdeng dimînin. Di nava malbatan de cudahî tê kirin. Em bûn şahid jinên ku pêwîste qet ceza negrin, bi cezayên keyfî yên weke 5, 6 salan distînin û ev cezayane jî dibe sedem ku malbat ji hev biqetin. Jinên ku bi salan e zarokên xwe nedîtine hene, jinên ku ji ber ceza girtîne ji aliyê malbatên xwe ve tên cuda dîtin û ji aliyê hevserên xwe ve tên hiştin hene."
70 zarok li gel dayika xwe girtî ne!
Rupak Ehmed a ku dibêje hejmarek gelek zarok jî neçarin di nava şert û mercên nebaş de bi dayikên xwe re li girtîgehan dijîn, diyar kir ku wan li Silêmaniyê 70 zarok tespît kirine. Rupak Ehmed a dibêje cihê dayikan tune ye ku zarokên xwe bihêlin û ji ber parçebûna avahiya malbatê, zarok neçar dimînin bi dayika xwe re bijîn, wiha got: “Ev zarok neçar dimînin ji hemû mafan bêpar bên hiştin û di girtîgehan de bimînin. Ev zarokên ku neçar man li cem dayika xwe bimînin, dest pêkê mafê perwerdehiyê, tu mafê wan tune ye di statuya mehkûm de dijîn.”
“Jinên ku destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin hene” 
Rupak Ehmed a ku diyar kir divê demildest dest ji bêhiqûqiyên heyî berdin û rêgezên qanûnî bên bicihanîn, wiha got, “Destûr neyê dayîn ku jin telefona malbatên xwe bikin û destûr nadin ku parêzer serdana girtiyên jin bikin. Girtiyên jin hene ku destûr nayê dayîn bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bînin, yên ku hevdîtina wan tê astengkirin jî hene. Tu qanûn nikare pêşî li hevdîtina parêzer-muwekîl bigre.”