RONÛS: Hewlên bêdengkirina dengê azad, dengê jinan red dikin

Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Serbixwe (RONÛS) li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan nerazîbûn nişanda û ragihand, ku ew hewlên bêdengkirina dengê azad, dengê jinan red dikin dengê azad û dengê jinan dikin.

Navenda Nûçeyan- Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Serbixwe (RONÛS) têkildarî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan ji aliyê Asayişa Silêmaniyê ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Şîrketa Gizingî Berbeyan di daxuyaniyekê de ji raya giştî re eşkera kir ku hêzên Asayişa Silêmaniyê bi biryareke Encûmena Dadwerî ya Iraqê şîrketa wan û çend dezgehên medyayî yên din yên ku ji bo JIN TV dixebitîn, girtine û dest danîne ser.

Şîrketa Gizingî Berbeyan diyar kir ku hêzên asayişê bêyî agahdarkirina pêşwext û bê biryara dadwerî êrişî dezgehê kirine û girtine.

Mixabin di pêşwaziya sala nû de, di heman demê de bi girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan û rawestandina karên JIN TV re, ku ev binpêkirina eşkere ya dengê azad û dengê jinane, çend dezgehên din jî (RJAK, Rêxistina Niwêger û Rêxistina Merziye) hatine girtin. Wan jî ragihandin ku tu agahdarinek pêşwext nehatiye kirin û bêyî fermaneke dadweriyê çûne saziyên wan girtine.

Bêdengkirina dengê azad û bi taybetî dengê jinan li kî derê be cihê şermezariyê ye û em bi tundî rexne dikin. Em vê kiryara Asayişa Silêmaniyê, ku bi xwe dibêjin li ser biryara Encûmena Dadwerî ya Iraqê bûye, şermezar dikin. Dixwazin ev sitemkarî li ser van dezgeh û medyayan bê rakirin û destûra karkirinê ji wan re bê dayîn, da ku nebe lekeyek mezin li ser azadiya medya û jinan li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li Silêmaniyê. Ji ber ku bêdengkirina dengê azad û dengê jinan, kî bike û bi çi hincetê were kirin, ji bilî binpêkirineke mezin, kiryareke şermezariyê ji bo bikerên wê.