Li Xezayê di 24 saetan de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Hemasê, rapora rojane ya der barê êrişên li ser Zîvala Xezayê di roja 456’an de weşand.
Navenda Nûçeyan- Wezaretê di daxuyaniya îro de ev tişt got: “Îsraîl di 24 saetan de 4 komkujiyan pêk anî, di van êrişan de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan û 273 kes jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hê jî di bin xirbeyan de û li kêleka riyan cenaze hene, ji ber astengiyên Îsraîlê tîmên parastina sivîl û ambulans nikarin bigihîjin cenazeyan.
Di êrişên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve li ser Zîvala Xezayê didomin de, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 45 hezar û 717’an, hejmara birîndaran jî bûye 108 hezar û 856.