Li Rojhilat 47 jin hat qetilkirin û 97 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan

Rêxistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di sala 2024’an de 152 mêr û 4 jin hatine bidarvekirin, 47 jin hatine qetilkirin û 97 jin jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê bi raporekê daneyên binpêkirinên sala 2024’an ên li Rojhilatê Kurdistanê parve kir. Li gorî raporê di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistanê 152 mêr û 4 jin hatine darvekirin.

Di heman raporê de hat gotin ku 30 jê jin bi giştî 586 kes hatine binçavkirin her wiha 398 sal û sê meh cezayê girtîgehê, li 132 kesan hatiye birîn.

Li gorî raporê di sala borî de 253 welatiyan dawî li jiyana xwe aniye, ji vê hejmarê 156 jê mêr bûne û 97 jî bi guman jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 153 welatî jî hatine qetilkirin, ji vê hejmarê jî 106 mêr û 47 jî jin bûne.

Rêxistinê ragihand ku ji ber astengiya rejîma Îranê ya li ber komeleya wan, ev dane û agahî tenê beşek ji binpêkirinên li Rojhilatê Kurdistanê ne.