Lîstikvana şanoyê Meryem Mensûrî koça dawî kir

Lîstikvana şanoyê ya Îranî Meryem Mensûrî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Lîstikvana şanoyê ya Îranî Meryem Mensûrî di 53 saliya xwe de li Tehranê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Di pêşandanên "Eql Pînk", "Zir Suwal", "Bîhnxweşiya Adem", "Bav" û... de lîstiye û di fîlmên "Dibistana Daran", "Xanman", "Sêzdeh Bedir" de jî lîstiye.

Hat zanîn ku dê cenazeyê wê îro li Beheşt Zehrayê were oxirkirin.