‘Rojnamegerên Kurd di bin êrişan de karê xwe didomînin’
Bi boneya 125’emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurd, rojnameger Bêrîvan Tunç a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî xebatên xwe didomîne destnîşan kir ku jinên Kurd êdî dixwazin bi pênûsa xwe dengê xwe ragihînin.
Mexmûr – Yekemîn Rojnameya bi zimanê Kurdî di sala 1898’an de li paytexta Misir Qahîreyê ji aliyê Miqdad Mîdhat Bedirxan ve hat derxistin. Navê rojnameyê Kurdistan e. Îro li hemu deverên Kurdistanê bi çalakiyên cuda û bi naverok ev roj weke roja rojnamegeriya Kurdî tê pîrozkirin. Ya herî bi wate jî ev roj ji sala 1967’an ve wekî destpêka rojnamegeriya Kurdî hatiye qebûlkirin û her wiha bi vî awayî jî tê pîrozkirin.
Jinên Kurd jî di hemû warên jiyanê de rol û mîsyona pêşengiyê lîstine û di çapemeniyê de jî xwe bi rêxistin kirine. Televîzyon, ajans û radyoyên xweser vekirine. Îro bi hezaran jin di rojname, kovar, radyo û televîzyonan de rastiya ku gelê Kurd pê re rû bi rû dimîne vedibêje û li pey şopa heqîqetê meşa xwe berdewam dike. Li wargeha penaberan a Mexmûrê jî di çapemeniyê de jin bûne xwedî roleke girîng. Jinên ciwan ên wargehê bi ragihandina rewşa gel bi taybetî jî rol û mîsyona jinan a li wargehê di qada çapemeniyê de roleke girîng dilîzin. Têkildarî 125’emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî Yek ji rojnamegerên wargeha penaberan a Şehît Rûstem Cûdî ya Mexmûrê Bêrîvan Tunç nêrîna xwe anî ziman.
‘Rojnameya Kurdî ya yekem ji roja îro re bûye mîras’
Bêrîvan Tunç di destpêka axaftina xwe de 125’emîn salvegera roja Rojnamegeriya Kurdî li tevahî şehîdên çapemeniya azad pîroz kir û got: “Ji ber êrîşên ku li ser gelê Kurd hatine kirin û dagirkeriya ku li ser Kurdistanê heye, di demên berê de nikaribûye bi awayek çalak rojnamegeriyê bi nivîskî yan jî dîtbarî pêk bînin. Bi devokî bûyerên ku li ser wan hatine, destanên wan, bi gotina stranan ji nifşekî derbasî nifşeke din kirine. Vê yekê jî di bingeha rojnamegeriya Kurdî de roleke serek lîstiye ku heya sala 1898’an 22’ê Nîsanê li Qahîreyê di bin pêşengiya Mîqdad Mîdhat Bedirxan de rojnameya Kurdî ya yekem derketiye û ji rojnamegerên roja îro re bûye mîras. Bûye bingeheke ku îro rojnameya Kurdî di warê dîtbarî, nîvîskî û kovarên cuda de di nava rojnameyên cîhanê de cihekî xwe yê girîng digre û jiyana gelê Kurd bi awayekî dîtbarî, nivîskî nîşanî tevahî cîhanê didin.”
‘Êrîş û gefên li ser rojnamegeriyê di asteke herî jor de ne’
Bêrîvan Tunç bal kişand ser zêdebûna êrîşên li dijî rojnamegeran û wiha got: “Dema ku em li roja îro dinêrin, dibînin ku êrîş û gefên li ser rojnamegeriyê di asteke herî jor de ne, bi taybet jî di welatê Tirkiyeyê, bajarên wî rojnamevanên Kurd di bin zext û zordariyê de ne. Îro li Tirkiyeyê jî gelek rojnamegerên Kurd di bin şert û mercên herî zehmet de kar û xebatên xwe dikin. Dema em li îro dinêrin jî dibînin, di van kêliyên dawî de jî bi her şêweyî êrîş dibin ser rojnamevanên azad, dest datînin ser kamera, nivîs, arşîv û çi di destê wan de heye desteser dikin. Bi salan di zindanan de dihêlin bêyî ku tu sûcekî wan hebe û delîlek bi hincetên ji rêzê digrin.”
‘Bi dehan rojnameger hê jî girtî ne’
Bêrîvan diyar kir ku li Başûrê Kurdistanê rojnameger rastî êrîşan tên û wiha berdewam kir: “Di heman demê de ne tenê li Tirkiyeyê, dema em li Başûrê Kurdistanê jî dinêrin, dibînin ku bi dehan rojnameger hê jî di girtîgehê de ne. Dema ku li Başûrê Kurdistanê kesek rojnameger bixwaze rastiya gel, êşên gel her wiha bêhiqûqî û bêmafiya ku li gel tê kirin, di heman demê de dagirkeriya ku li ser xak, bajar û gundên wan tê kirin ragihîne, ji aliyê PDK’ê ve rastî êrîşan tê. Gelek kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes hene bêyî sedemek hebe di zindanên PDK’ê de tên girtin.”