Rojnamegerên jin ên Yemenî: Rola me sînordar e

Rojnamegerên jin ên yemenî diyar kirin ku bi taybetî piştî derbeyê rola wan sînordar bûye, dan zanîn ku daxwazên jinan ên di saziyên çapemeniyê de cih digrin jî tên paşguhkirin.

FATIMA REŞAD

Yemen– Rojnamegerên jin ên Yemenî diyar kirin ku li Yemenê rastiya rojnamegeriyê xirab bûye û bi taybetî rojnamegerên jin di aliyê ewlekarî, aborî û civakî de rastî gelek pirsgirêkan tên. Rojnamegeran destnîşan kirin ku kanalên televîzyonan bûne platformên hinek partiyan û diyar kirin ku rola wan bi dilsoziya bi hin partiyan re sînordar e.

'Dengê rojnamegerên jin hat qutkirin'

Rojnameger Fatima Nour, rojnamegerên jin ên li Yemenê û sînordarbûna qadên wan bi van gotinan vegot: "Rojnamegeriya jinên Yemenê rastiyeke nenas e û riyeke tijî xetere ye. Berê azadiya rojnamegerên jin hebû. Me di her warî de bê sînor li ser mijarên çapemeniyê nîqaş dikirin. Piştî darbe û şerê sala 2011’an dest pê kir, dengê rojnamegerên jin qut bû. Rojnamegerî bûye rê, ne hilbijartin e. Zêdetir girîngî daye bedewiya bedenî ji jêhatîbûnê û naveroka ku bê armanc e û ji bo mebestên şahiyê ye hatiye tercîhkirin.”

'Li pêşiya rojnamegeran astengî hene'

Fatima Nour diyar kir ku wê dev ji weşanê berdaye û derbasî cîhana produksiyonê bûye û li ser medyaya dîjîtal bername amade kirine. Fatima Nour amaje bi wê yekê kir ku medya hêza çaremîn e û got: “Min hêvî dikir ku dema nîqaşên siyasî bên kirin, tacîz û gefên li dijî rojnamevanên jin kêm bibin. Her wiha dema rojnamegereke jin ji bo di qanaleke televîzyonê de bixebite, diviyabû bi şêwazeke nû, di nava sîstemekê de biaxive. Li Yemenê gelek astengî li pêşiya rojnamegeran hene.”

Rojnameger Ibtisam Ahmed got: “Gelek kêşe li pêşiya rojnamegeran hene, wek metirsiyên ewlehiyê, şert û mercên dijwar ên aborî û nekarîne bi tevahî erkên xwe yên rojnamevaniyê bi cih bînin. Em jî bi van dijwariyan re rû bi rû ne. Bi taybetî jî nebûna agahiyên îstatîstîkî rojnamegeriyê zehmet dike. Di gihandina rastiyê de zehmetiyên me hene, nemaze ji ber ku agahî nadin rojnamevanan.”

‘Rola rojnamegeran hat sînordarkirin’

Rojnamegera Ajansa Saba ya Yemenê Manal Amin, der barê tiştên tên jiyîn de wiha got:”Li Yemenê pirsgirêkên ku rojnamegerên jin herî zêde rast tên bêîstîqrariya welat e. Saziyên çapameniyê bûne platformên hinek partiyan û rola jinan a di çapemeniyê de sînordar bûye. Tekiliyên bi hinek partiyan re û gefên bi riya medyaya dîjîtal çend ji astengî û zehmetiyên ku herî zêde jin bi wan rûbûrû dimînin e. Ji ber ku ji bo parastin û sînordarkirina vê diyardeyê tu rêgiriyek zagonî nîn e, rojnamevan di warê psîkolojîk, civakî, aborî û ewlehiyê de bi bandor dibin. Ji ber vê yekê rola rojnamegerên jin di çarçoveya rêbezek de hat sînordarkirin û di van saziyên çapemeniyê de mafê pozisyona pêşengiyê nehat dayîn.

‘Ji rojnamegeran agahî tên weşartin’

Weşangera Radyoya Lana Kamelia Kamel jî wiha got: “Zehmetiyên ku piraniya rojnamevanan dikişînin dibe ku eynî bin, ji ber ku em di civakek neheq de dijîn, azadiya raman û derbirînê sînordar dike. Em dizanin ku tu qanûn û rêzikname ji bo rojnamevanan azadiya raman û derbirînê naxin bin temînatê. Yek ji zehmetiyên em dijîn jî negirtiya agahiyan e. Dewlet an jî gelek saziyên taybet agahiyan ji rojnamegeran vedişêrin. Mafê rojnamegeran heye ku agahî bigrin bes ev maf tê astengkirin. Ewlehiya pîşeyê jî kêm e. Di van demên dawî de li rojnamegeran bi suîqestê gef tên xwarin. Gelek rewşên ku dê wan bixin zehmetiyê û zext li ser derûniya wan bike hene.”

‘Daxwazên rojnamagerên jin vala tên derxistin’

Rojnameger  Amani Al-Asiri jî diyar kir ku li Yemenê rojnamegerên jin bi gelek astengiyan re rûbûrû dimînin û wiha pê de çû: “Sedema vê jî ew e ku di gelek saziyên çapemeniya fermî de xebat hatin sekinandin. Rojname, qanalên taybet û gelek navendên çapemeniyê yên curbucur zêde bûn. Li aliyekî din krîza aborî bi gelek kesên di çapemeniyê de dixebitin zexta derûnî da avakirin. Tekelbûna hêza mêr pêşiya rojnamegerên jin a birêvebirina pergala xebatê ya medyayê digre. Daxwazên jinan ên ji bo pêşengiya rêveberiyê tên paşguhkirin an jî paşxistin. Daxwazên jinên rojnameger nayên bicihanîn.”