Jinên Ciwan ji bo azadiya fîzîk ya Abdullah Ocalan meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşaleyan meşeke lidarxist. Di meşê de banga bilindkirina tekoşînê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdulah Abdullah Ocalan hat kirin.

Navenda Nûçeyan-Di çarçoveya çalakiyên pêngava ′Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ ciwanên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê vê êvarê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî meşeke meşaleyî lidarxist. Meş ji pêş Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê ber bi têketina aliyê başûrê navçeyê dest pê kir. Li têketina navçeyê li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Êlîza Hiso daxuyanî xwend.

Banga bilindkirina tekoşînê

Di daxuyaniyê de hate gotin pêngava ′Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ tevahî bendên li seranserî cîhanê derbas kirin, ev yek gaveke dîrokî ya ber bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve ye.

 Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin dê Yekitiya Jinên Ciwan bi tevahî erkên li ser milê xwe ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan rabin, her wiha bang li tevahî ciwanan kir ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Oalan têkoşînê bilind bikin.

Meş bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdulllah Oalan û ′Jin, Jiyan, Azadî′ bi dawî bû.