‘Bi ruhê çanda Netewa Demokratîk em ê têkoşinê bidomînin’

Jinên ji pêkhateyên cuda yên ku beşdarî Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demorkatîk aTil Birakê bûn, nêrînên xwe anîn ziman û festîvalê nirxandin.

Hesekê - Yekemîn car e, li cihekî dîrokî ku şahidî ji destpêka mirovahiyê re kiriye festîvalek wiha hemû pêkhateyên resen ên di navbera Çemê Dîcle û Firatê de dijîn ango li ser axa Mezopotamyayê bi çand, dîrok û nasname bûn, tê lidarxistin. Yekemîn Festîvala Çanda Neteweya Demokratîk ku bi serpereştiya Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi dirûşma "Em ê bi ruhê çanda Neteweya Demokratîk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin û azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin", bi beşdariya hemû pêkhateyan hat lidarxistin.

Yekemîn car e bi awayekî pir cuda û balkêş ewqas huner di festîvaleke ku resenî û şaristaniya herêmê diteyisîne de, kom dibin. Ji çêkirina xwarinên gelerî bigre, pêşandana hesp û deveyan heta alavên kevnar ên ku di nava dîrokê de bi destên dapîran hatibûn bikaranîn.

Jinên Suryan, Ereb û Ermen ên ku bi berhemên xwe  yên hunerî û çandî beşdarî festîvalê bûn, axivîn û nêrînên xwe der barê vê xebata dewlemend de anîn ziman.

'Li hember zextên berê festîvala îro fersendek girîng e'

Endama Yekitiya Jinên Suryan Sebah Şabo ya ji Kantona Qamişlo ku bi çêkirina xwarinên gelêrî di bin konê ku ji bo pêkhateyên Suryan hatibû veqetandin, beşdar bûbû wiha axivî: "Xwarinên îro me çêkirine gelêrî ne û piraniya wan di cejnan de çêdibin. Mînak ev xwarin wekî şêraniyê ye, em di cejnên xwe yên mezin de çêdikin. Em xaçekê yan jî wêneyekî biçûk dixin nav parçeyekî biçûk û ya/ê ku jê re derkeve ew dibe miroveke/î pir bi şans û wekî bereketa malê tê nîşandan. Ji ber ku çand û mîrateya me careke din û bi awayekî pir cuda zindî dike, ez vê festîvalê ji bo hemû pêkhateyan pir girîng dibînim. Dema ku em têkelbûna hemû çandan dibînin, em pir şanaz dibin. Festîvalê nîşan da ku gelek çandên me û pêkhateyên din dişibin hev, ne tenê di xwarinan lê belê di ziman û cil û bergan de jî. Em yekemîn car e beşdarî festîvaleke wiha dibin ji lewre em xebatên wiha wekî fersendek dibînin ku çand û dîroka xwe ji hemû cîhanê re bidin nîşandan. Berê ji ber zextan xebatên wiha ji bo zindîhiştina çand û dîroka me nedihatin organîzekirin. Lê niha em hewl didin vê fersenda îro bi hemû awayî qezenc bikin. Em ji dil spasiya Rêveberiya Xweser ji bo organîzekirina xebatên wiha girîng ku dikeve xizmeta hemû netew, ol û mezheban dikin."

'Festîvaleke dîrokî û pira gihandina çanda kevnar û nûjen e'

Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn a navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê Reşa Elo jî bi navê pêkhateyên Ereb wiha got: "Yekemîn car e di bin sîwana Netewa Demorkatîk de hemû netew bi çand û mîrateya xwe dibin yek û tabloyeke hûnerî a herî bedew ya hevpar çêdikin. Taboloyeke mozayîkê çiqasî bedew e, ewqasî jî tabloya îro li vir di festîvalê de hatiye pêşandan pir bi nirx û hêja ye. Weke hemû netewan, me jî weke jinên Ereb mohra xwe li festîvalê da. Li ser girekî dîrokî, îro çand û dîroka netewan tê pêşandan, ev bi xwe dibe girêdana dîroka kevnar,  nû û pira di navbera çanda nûjen û kevnar de ye. Em vê festîvalê dîrokî dibînin, ji ber yekem car e di bin sîwana Netewa Demokratîk de hêzek ji pêkhateyan tê avakirin."

‘Hedef û armanca vê festîvalê hevparî û hevgirtin e’

Endama Meclisa Civakî ya Ermen Gulistan Kavoliyan jî girîngiya festîvalê wiha vegot: "Festîval hevgirtina Ermen, Aşûrî, Suryanî, Kurd û Ereban nîşan dide. Yek ji hedef û armancên vê festîvalê hevparî û hevgirtin e, ji ber ku dijminê hemû pêkhateyan hevpar e. Girîngiya vê festîvalê ew e ku wê tu kes nikaribe hevgirtina gelan têk bibe. Wiha em nameyek ji dijminên me yê hevpar re dişînin ku ev netew bi balafireke keşfê nayê şikandin û ne jî şer wan diqedîne, ji ber em gelên alîgirên aştiyê ne. Ji ber ku em xwe ji yek nijad û pêkhateyê dibînin, ev jî bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan piştrast dike. Em îro bi rihê çanda netewa demokratîk a hevpar û bi çanda netewa demokratîk têdikoşin û li ser vê felsefeyê dimeşin."

'Piştî 108 salan careke din tovê hinaran şîn hat û rehên xwe kûr berda'

Gulistan Kavoliyan behsa rewşa beriya Şoreşa 19'ê Tîrmehê dike û wiha dibêje: "Beriya şoreşê, hemû pêkhate hatibûn paşguhkirin û pêkhateyên Ermen û Suryan yek netew di bin navê Mesîhiyan de dihatin pênasekirin. Lê îro em wekî Ermen berhemên xwe yên dîrokî û mîrateya xwe ji cil û bergan û hwd. di bin konekî û Suryan, Ereb û Kurd di bin konên xwe de, kom dikin û nîşan didin. Di ser qirkirina Ermeniyan re 108 sal derbas bûn, piştî ewqas sal careke din tovê hinaran li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şîn hat ku careke din çanda xwe nîşan bide û rehên xwe kûr berde. Çanda me di sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nema, derbasî cîhanê jî bû. Ji ber ev çand vedigere serdemên berî zayînê û di encamên şer û qirkirina nijadî de ev çand hatibû veşartin lê nehat kuştin û îro em careke din wê didin jiyîn. Em ji dijminên xwe re jî dibêjin ku hevgirtin û yekitiya me wê ji guleyên we qewîntir be û em ê bi ruhê çanda Netewa Demokratîk çanda xwe bi pêş bixin."