Encamnameya dawî ya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî hate eşkerekirin

Di daxuyaniya dawî ya Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya HEDEP'ê de hat destnîşankirin ku ew ê di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de bi prensîba temsîliyeta wekhev tevbigerin û hat gotin ku tiştên ji jin û civakê hatine dê paşve werin girtin.

Enqere - Di 11'ê Mijdarê de li Enqereyê bi şîara "Jin Jiyan Azadî û Rêveberiyên Herêmî yên Azad" Konferansa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) hat lidarxistin. Di daxuyaniya dawî ya konferansê de hat ragihandin ku ev konferans diyarî jinên têkoşer Hevrîn Xelef, Yusra Derwêş û Kader Ortakaya yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qetilkirin, hat kirin.

Nûnertî û hevserokatiya wekhev

Di daxuyaniyê de destnîşankirin ku ew ê bi temsîliyet û hevserokatiya wekhev beşdarî mekanîzmayên biryarê bibin û ev tişt hatin gotin:

“Di hilbijartinên herêmî yên sala 2014’an de me prensîba hevserokatiya xwe ya temsîliyeta wekhev di hemû mekanîzmayên xwe de bi cih anî. Li hemberî êrîşên li ser pergala xwe me gavek jî paşve neavêt. Ji ber ku em ne yên rêveberiyên herêmî di nav avahiyên şaredariyan de bi cih dikin û em yên ku demokrasiya xwecihî esas digrin. Em di hemû mekanîzmayên biryargirtinê de li ser esasê temsîliyeta wekhev, tevgeriyan. Me meclisên xwe li gorî prensîba xwe ya temsîliyeta wekhev ji gund heta taxan, ji navçe heta bajaran ava kir.

Têkoşîna me ya li dijî tundiya li ser jinan, bêguman têkoşîneke pir mezin e ku di nava saziyan de cih nagire. Lê em ê navend û stargehên xwe yên jinan ku ji aliyê qeyûman ve hatibûn girtin ji nû ve vekin. Li dijî xizanî û bêkariya jinan em ê qadên xwe yên hilberînê ji nû ve ava bikin.

Avakirina komara demokratîk di demokrasiya herêmî de derbas dibe

Têkoşîna jinên ku li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi berxwedana xwe jiyana nû ava kirin bûye çavkaniya îlhamê. Ev pêvajoya ku ji gundên jinan heta kooperatîfan, ji qanûna jinan heta zanîngehên jinan di nav xwe de hewand bû nexşeya polîtîkaya me ya Rêya 3’emîn. Ev rastiya ku avakirina Komara Demokratîk di demokrasiya rêveberiyê herêmî re derbas dibe careke din nîşanî me da. Ji mekanîzmayên biryargirtinê bigire heta mekanîzmayên rêveberiyê, dîrok bi mînakên tije ye ku tu pergalek mirov û jin tê de nebe, nikare bijî. Li ser van hemû rastiyan em ê bi modela rêveberiyên xwe yên herêmî yên azadîxwaz ên jinan îdiaya xwe ya Komara Demokratîk pêk bînin. Di her xebata ku em ê bi pêşengiya jinan bimeşînin, li dijî feraseta mêrsalar a monarşîst, zayendperest, mîlîtarîst em ê hemû rengên civakê bi hemû cudahiyên xwe hembêz bikin.

Hikûmetê îro tecrîd veguherandiye rejîmê

Hikûmeta ku bi siyaseta dijmin hewl dide xwe li ser piyan bihêle, îro veguheriye rejîmeke tecrîdê. Bi kûrkirina tecrîdê re şer gur kir. Birêz Ocalan 32 meh in di bin tecrîda mutleq de tê girtin. Em îro jî wek duh dibêjin. Hebûna gelê Kurd e ku li Girtîgeha Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin. Em ê bê rawestan bibêjin birêz Ocalan temînata aştiya bi rûmet a li van xakan e. Kilîda çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Bi fikrên xwe ji bo gelên cîhanê bi taybetî Rojhilata Navîn hêviya herî mezin e. Yên ku tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan tê meşandin bi dawî bikin û wî bigihîjînin azadiya fizikî, jin in. Têkoşîn û biryardariya ku di pêşengiya jinan de mezin dibe ye. Em ê bi vê bawerî û biryarê tevbigerin. Bi pêkanîna paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan û rêveberiyên herêmî em ê tecrîda mutleq bişkînin.

Li dijî şerê taybet têkoşîn

Di konferansa me de careke din hate destnîşankirin ku qada herî mezin a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet bi taybet li ser jin û ciwanên Kurd, rêveberiyên herêmî ne. Bi vê berpirsyarî û hişmendiyê em ê di rêveberiyên herêmî de polîtîkayên xurtir bimeşînin. Em ê bi hev re behsa rê û rêbazên vê bikin. Em ê bi meclisa xwe ya jin û ciwanan re bi hev re tevbigerin û gund bi gund, tax bi tax bigerin û çalakiyên hişyariyê li dar bixin. Em ê van polîtîkayên qirêj, bi taybetî yên li hemberî jinên ciwan li ku bin, derxin holê. Bi ji nû ve avakirina saziyên xwe yên ku dê di vî warî de xebatan bimeşînin, bi van saziyan, ekîbên gerok ku em ê ava bikin û meclîsên tax û gundên xwe, em ê ti tax û kolanekê li pey xwe nehêlin. Ji ber ku em vê pir baş dizanin! Rêbaza herî bi hêz a li dijî polîtîkayên şerê taybet berfirehkirina rêxistinbûn û hevgirtina jinan e.

Em baş dizanin ku di têkoşîna li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên tifaqa mêr a faşîst a AKP-MHP’ê ku bi înkarkirina gelê Kurd hebûna xwe diparêze û nûnertiya xwe ya herêmî, bi qeyûman didomîne hêza pêşeng a têkoşîna jinê ye.  Em vê rastiyê dizanin ku rêveberiyên herêmî mekanîzmaya ku dê li dijî vê yekê têkoşîna herî xurt bimeşîne ne. Polîtîkayên me yên li ser pirzimaniyê ji şaredariyan bigire heta navên tax û gundan bûn hedefa qeyûman û girtina 33 saziyên me yên ziman, dibistanên Kurdî, kreş û navendên jinan herî zêde bandor li jiyana jinan kir. Zimanê zikmakî maf e û em ê heta dawiyê dev ji parastina wî bernedin. Em ê paradîgmaya xwe ya li ser pirzimaniyê li ku bin bi cih bînin. Em ê alternatîfên xwe yên ku têkoşîna me ya li hemberî astengiyên li pêşiya zimanê kurdî berfireh bikin pêş bixin, em ê saziyên xwe yên şaredariyê ji nû ve vekin û heta dawiyê em ê saziyên xwe biparêzin.

Em ê qadên jiyanê ji nû ve ava bikin

Şerê ku li ser xweza, robar, gol, dar û daristanên me bi sîyaseta rantê û talanê tê meşandin, cîhê nefesê ji me re nehiştiye. Ji Cûdî heta Akbelenê daristanên me wêran dibin û ji me re cihekî jiyanê nayê hiştin. Şewata daristanan bi taybetî li Kurdistanê û hiştina bajarên dîrokî di bin avê de jî êrîşên bi armanca tunekirina dîrok û çanda gelan e. Polîtîkaya betonkirinê ya ku ji aliyê qeyûman ve tê meşandin îro tevna bajarên me berovajî kiriye. Li hemberî van êrîşên li ser xweza û qadên jiyanê em ê bajarên xwe yên dostên jinan ji nû ve ava bikin. Em ê kêliyekê jî dev ji parastina dar û daristanên xwe bernedin. Em ê qadên xwe yên jiyanê li gorî paradîgmaya xwe ya ekolojîk ji nû ve ava bikin.

Paradîgmaya me heye, hêza me heye ku em pêk bînin

Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li her cihê ku em bi rêxistin bûn em bi jinan re hatin cem hev. Me konferans, komxebatên herêmî pêk anîn û bi jinan re hevdîtin kir. Me di konferansa xwe de li gorî pirsgirêk, dîtin û pêşniyarên ku di hevdîtinên xwe de bi jinan re nîqaş kirin, biryarên girîng girtin. Me baweriya xwe nû kir ku têkoşîna herî xurt a li dijî zîhniyeta serdest a mêr ku li qadên rêveberiyên herêmî belav bûye, weke hemû qadên partiya me, bi berfirehkirina rêxistinbûna jinê ye. Em careke din bi moral û motîvasyona ku me ji konferansa xwe girtiye teqez dikin. Em hêza xwe ji paradîgmaya xwe digrin. Em ê hem civaka demokratîk hem jî xwe bi feraseta rêveberiya herêmî ya ku di nava avahiyên şaredariyan de hilnayê ji nû ve ava bikin. Bi vegera li cewhera xwe em ê paradîgmaya xwe ya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinê pêk bînin. Paradîgmaya me heye, hêz, bawerî û îradeya me heye ku em vê pêk bînin, her tiştê ku ji jin û civakê hatiye girtin em ê paşde bigrin. Em ê jiyana azad ava bikin.”