Rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ namzetên xwe dan nasîn

Rêveberiya Xweser a Şengalê û PADÊ li ser navê hevpeymaniya ‘Yekîtîya Gelên Nînowayê’ bi 4 namzetan beşdarî hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê dibe. Ji bo beşdariya hilbijartinê bang li gelê Şengalê hat kirin.

Şengal- Di 18’ê Kanûna 2023’an de li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan pêk werin. Rêveberiya xweser a Şengalê û Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiyan (PADÊ) jî li gel Yekîtiya Nîştimana Kurdistan (YNK) û Partiya Refe li Musilê, bi navê  hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelê Nînovayê’ tevlî hilbijartinan dibe ku 4 namzetên PADÊ li ser navê vê lîsteyê navê xwe tomar kirine.

Bi pêşengiya PADÊ ji bo danasîna namzetan li nahiya Sinûnê şahiyek girseyî hate lidarxistin û namzetên PADÊ Azad Ebdal, Qasim Keşko, Dexîl Sîdo û Felah Dilêmî di şahiyê de amadebûn û peyamên xwe gihandin civaka Êzidî û Ereb ya Şengalê.

Di peyaman de bang li tevahiya civaka Êzidî û Ereb ya Şengalê hate kirin ku 18’ê Kanûnê biçin ser sindoqan dengê xwe ji bo nûnerên xwe bikarbîne.

‘Ev hilbijartin ji bo me firsete û pêwîste’

Bernameya Şahiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir û piştre li ser navê PADÊ’ê endamê mektep siyasî Hadî Mehlo axivî û got: “Ev hilbijartin ji bo me firsende û pêwîste, divê em ji dest nedin. Namzetên me yên hatine diyarkirin ji dema fermanê ve li ber gelê me de kedek mezin dane, em namzetên xwe bawerin ku di encûmena parêzgeha Mûsilê de nûnertiya rast a gelê me bikin. Namzetên me wê bibin dengê Rêveberiya Xweser û ji bo mîsogerkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bixebitin. Niha jî dijmin hewl dide rêveberiya me tine bike. Lewma divê di roja hilbijartinê de gelê me fermanê bîne bîra xwe û wisa dengê xwe bikarbîne.”

‘Pêwîste li ser sindoqan ferman ji bîra me neçe’

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico jî xêrhatina mêvanan kir û wiha got: Me di şer de li berxwe da û di her mermiyek ku me diavêt azadiya Şengal bidest dixist. Sibe 13’ê Mijdarê ye roja rizgar kirina Şengalê ye. Lê belê pêwîste rizgar kirina me tenê leşkerî nebe, pêwîste êdî em siyasî, civakî jî xwe rizgar bikin. Ji bo wê jî her dengekî me weke mermiyeke ku li dijmin bikeve. Pêwîste em bizanibin çawa em dengê xwe bidin. Bila tu kes nikaribe dengê me bikire. Ji bo wê jî lazime ku em hemû pirsgirêkên xwe yên malbatî û eşîrtiyê deyinin milekî û em dengê xwe ji bo herçar hevalên xwe bikar bînin. Ku xwedî kedên mezinin di Şengal de.”

‘Îro em temsîla şehîdan dikin’

Rîham da zanîn ku serkeftina ku di hilbijartinan de bidest bixin wê hêz û îrada wan diyar bike û wiha got: “ Em lîstokên dijmin baş dizanin ku di Şengalê de serkeftinê bidest bixe partiya Şehîdan e. Îroj em hemû temsîla şehîdan dikin û bikar anîna dengê me pêwîste li gor wê be. Her kesek di ber van hilbijartinan de berpirsiyarin. Pêwîste em neçin lîstokên dijmin. Pêwîste em biçin ser sinduqan dengê xwe wekî mermiyekê bikar bînin û li nava dilê dijmin bidin. Em dijmin ji kokê de tune bikin. Pêwîste em nehêlin ku li ser keda şehîdan kes siyaset bike.”

‘Bi tekoşînê emê serkeftinê bidest bixin’

Rîham Hico di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser lîstokên PDK’ê û da zanîn ku ewê bi tekoşînê hemû planên dijmin vala derxînin û wiha got: “Partiya ku xiyanet li Êzidiyan kiriye îroj bi dehan kesên Êzîdî rakirine û deng ji bo wan dixwazin. Em dibêjin ku dengê Êzidiyan li wan ne helal be. Êzidiyê bi şeref wê dengê xwe nede wan. Pêwîste em destê xwe deyinin ser wijdanê xwe û wisa dengê xwe bikar bînin. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ her dem me meydan ji dijmin re xwendiye. Ji bo ku em planên dijmin vala derxin me tekoşîn kiriye û emê tekoşîn bikin. Em serkeftinê ji hemû hevalên xwe re dixwazin û wê serkeftin ya me be.”

‘Dengê we emanet e’

Piştî peyamên saziyên Rêveberiya Xweser her çar namzet Azad Ebdal, Qasim Keşko, Dexîl Seydo û Felah Eldilêmî xwe bi girseyê dan naskirin û spasiya gel û rêveberiya xweser kirin ku bawerî dane wan û gotin: “Wê dengê ku hûn bidin me emanet be”.

‘4 namzetên ku xwedî kedên mezin in di Şengal de’

Endama Meclisa Jin ya Xanesorê Nûrê Şengalî wiha got:“Îro şahî ji bo namzetan e. Herçar namzetên me jî kesên ku kedek mezin di Şengal de dane. Ji bo ku fermanek din neyê serê civaka me, ev kesana pir kedên mezin dane û wê kedên mezin bidin. Kesên ku piştî fermanê heta niha li Şengal man û li vir ked dan wê biser bikevin. Banga me ewe ku hemû civaka me ya Êzidî bibe yek û dengê xwe bide herçar namzetên me da ku pêşeroja Şengal bi serkeftinê misoger be. Îroj em pir kêfxweşin bi şahiya xwe. Şengal ji beriya fermanê xweştir bûye û xelk lê vedigerin. Wê Şengal bi ser bikeve û wê dîsa dibin destê dijmin de namîne.”

‘Dengê xwe bidin namzetên xwe’

Berdevka Meclisa Jin ya Xanesorê Henan Xanesor jî bang li civaka Êzidî kir ku dengê xwe ji bo pêşerojeke bi rûmet bidin 4 namzetên ku hatine diyar kirin û wiha got: “Em dixwazin ku dengê xwe bidin xwe em nedin kesên cûda ji bo ku em karibin tiştekî ji Şengal û ji Êzidyan re bikin. ji bo ku em karibin pêdiviyên civaka xwe hemû bînin cîh. Em baş dizanin kî xiyanet kiriye û kî bi hewara meve hatin. Îro hêza me ji me ye, dibistanên me yên me ne, nexweşxane yên me ne. Ev hemû hatin ava kirin ji bo ku çavê me ne li kesekî be. Ji bo wê jî em dibêjin bila hemû Êzidî dengê xwe bidin her çar namzetên xwe. Ji bo ku em weke Êzidî ji bo pêşeroja xwe kar û xebatek mezin bikin. Em weke ciwanên Şengalê ji bo hilbijartinan çi ji destê me tê emê bikin. Ji bo ku ferman dûbare nebe, banga me ji civaka me ya Êzidî re ewe ku dengê xwe bidin xwe.”