‘Rojnamegerên jin bi binpêkirina mafan re rû bi rû ne’

Seroka Rêxistina Ragihandin û Ronakbîrî ya Jinan Hana Şiwan anî ziman ku li Başurê Kurdistanê rojnamegerên jin bi binpêkirinên mafan re rû bi rû ne.

HÊRO ELÎ

Silêmanî – 22’yê Nîsanê salvegera 127’an a rojnamegeriya Kurdî ye. Yekem rojnameya Kurdan bi navê Kurdistan di wê rojê de derket. Li Başûrê Kurdistanê jin ji wê demê ve heta niha bi rêjeyek berbiçav di nava xebatên rojnamegerî û dezgehên ragihandinê de dixebitin lê belê heta niha jinên rojnameger rastî cudakariya zayendî, êrîş, gef û binpêkirina mafan tên. 

Di 15’ê Nîsanê de Rêxistina Casne û Navenda Pêşxistina Demokrasiyê ya Mafên Mirovan di projeyek hevbeş de der barê bihêzkirina hêza jinên rojnameger û cihgirtina di rêveberiyê de aşkere kir û diyar kir ku di giştî hezar û 700 dezgehên çapemeniyê de, hejmara jinên edîtor û xwedî îmtiyaz 10 derbas nake. Her wiha piraniya medyakar bi rêjeya ji sedî 30,6 bi tacîzan re rû bi rû tên. Ji sê jinên rojnameger yek, bi êrîş û binpêkirina mafan re rû bi rû tê.

‘Li herêma Kurdistanê rêjeya jinên rojnameger gelek kêm bûye’

Seroka Rêxistina Ragihandin û Ronakbîrî ya Jinan Hana Şiwan wiha behsa êrîş û binpêkirinên mafan ên ku jinên rojnameger rast tên kir: “Li herêma Kurdistanê rêjeya jinên rojnameger bi taybetî di van du salên dawî de gel bi paş ketiye, hem di aliyê hejmar de, hem jî di qadên cuda yên dezgehên çapemeniyê yên weke rêveberî û biryardayîn û danîna planan de. Di van qadan de rêjeya jinan gelek kêm bûye. Ev jî cihê metirsiyê ye. Ji ber ku jin tenê weke hejmara jinan di çapemeniyê de cihê xwe nagirin, ji bo dengê civakê ragihînin di qada çapemeniyê de cihê xwe digrin. Jin baştir dikarin pirsgirêkên civakê bi hûrgilîtir raxin ber çavan. Rojnamegerên jin tu carî behsa tiştên ku bandorên neyînî li ser civakê ava çêdin nakin. Ji ber wê jî bi êrîş û binpêkirinên mafan re rû bi rû tên.”

‘Jin xwedî rola bi bandor in’

Hana Şiwan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa civaka me, hatiye wê astê ku  gelek caran jinên rojnameger dema rastî êrîşan tên newêrin gilî bikin. Ji ber ku di aliyê civakî û malbatî de dibe sedema bandoreke neyînî. Ji ber wê gilî kêm in. Lê belê cihê kêfxweşiyê ye ku gelek caran dikarin bi awayekî  neyên eşkerekirin gilî dikin, da ku bikaribin giliyê bigihîjînin cihê ku sûcdar werin cezakirin. Rolek bi bandor û gelek erênî ya jinan di çapemeniyê de heye. Piraniya pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî rasterast civaka Kurd eleqedar dikin, baştir radigihînin. Lê belê hê pêwistiya me bi rêjeyeke zêdetir a jinên rojnameger ji bo gihandina dengê civakê heye.”

‘Jin jîr û wêrek in’

Hana Şiwan behsa çareseriyên ji bo kêmkirina binpêkirinên mafên jinên rojnameger kir û got: “Divê hemahengiyek baştir di nava dezgehên zagonî, rêxistin, cih û navendên taybet bi karê rojnamegerî yan jî jinan hebe. Her wiha divê di çapemeniyê de hişyariyek zêdetir der barê mafên zagonî yên jinan de hebe. Jinên rojnameger di dema destpêkê de biryar didin di qada çepemeniyê de bixebitin biryarek wêrek didin. Jin jîr û wêrek in, ji ber wê divê bi vê jîrbûn û wêrekiyê kar bikin da ku bikaribin bi awayekî cuda û baştir dengê civakê ji raya giştî re ragihînin.”